Ji rojnamevanên binçavkirî 4 jê bi hepsa malê hatin berdan

Ji rojnamevanên ku 4 roj in li Îzmîrê hatibûn binçavkirin û ji aliyê dozgeriyê ve bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Ceza ya Asliye hatin kirin, 4 jê bi cezayê hepsa malê û 2 jê jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

Nûçegihanên Ajansa Mezopotamya (MA) Semra Tûran, Delal Akyuz û Tolga Guney, nûçegihana JINNEWS’ê Melîke Aydin, nûçegihanê Gazete Dûvarê Cîhan Başakçioglu û xebatkara çapemeniyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Fatma Fûnda Akbûlût ku li Îzmîrê di 13'ê Sibatê de di serdegirtina malê de hatibûn binçavkirin, piştî karên li midûriyeta polîsan sewqî dozgeriyê hat kirin.
Rojnamevanên ku bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Ceza ya Sulhê ua Nobedar a Bayrakli ya Îzmîrê hatin kirin, ji ber îfadeyên şahidên veşarî û şahida eşkere Bûse Aslan ên ku di dosyeya lêpirsînê de cih girtibûn, nûçeyên ku çêkirine û axaftinên telefonê yên ku bi çavkaniyên nûçeyan re kirine, hatin sûcdarkirin. Rojnamevan bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatin sûcdarkirin.
Piştî îfadeyê, Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya Nobedar der barê Semra Tûranê û Cîhan Başakçîoglû de biryara şertê kontrola edlî da û der barê Delal Akyuz, Melîke Aydin, Tolga Guney û Fatma Fûnda Akbûlût de jî biryara cezayê hepsa malê da.