Rûsya û Venezuela ji ketina bûhayên petrolê bi fikarin
Rûsya û Venezuela ji ketina bûhayên petrolê bi fikarin
Rûsya û Venezuela ji ketina bûhayên petrolê bi fikarin
Ketina bûhayên petrolê ya di mehên dawî de du îxracatvanên petrolê yên girîng Rûsya û Venezuelayê dike fikaran. Wezîrê Enerjiyê yê Rûsyayê Aleksander Novak, diyar kir ku ji bo pêşî li van ketinên bûhayan bigirin, bi Venezuelayê re di nava dan û stendinê de ne.
Aleksander Novak ku li Moskowayê bi Wezîrê Karên Derve yê Venezuelayê Rafael Ramîrez hevdîtin kir şûnde, daxuyaniyek da û diyar ku her du welat dixwazin pêşî li ketina bûhayên petrolê bigirin. Novak got ku bi vê armancê ji bo pêşniyarên heyî amade bikin, hevdîtin kirine û der barê tedbîrên ku bigirin de jî agahiyên zelal neda.
Novak bi lêv kir ku tedbîrên ku her du welat bigirin an jî pêşniyarên ku ji bo welatên din ên îxracata petrolê dikin, wê di hefteya pêş de di hevdîtinan de diyar bibe.
Bûhayên petrolê di meha Tîrmehê de ji sedî 110 bû, ji wê demê heta niha ji sedî 30 paşde çû û bûhayê varîlê li gorî cureyê wê heta 75 û 79 dolarî ket.
Venezuela û Rûsya rêjeya girîng a aboriya wan girêdayî firotina petrolê ye. Venezuela bi taybet ji bo têkoşîna li hemberî xizanî û projeyên civakî, ji ber ketina petrolê bi fikar e.
Aboriya Rûsyayê jî piştî krîza Ukraynayê ji ber pêkanînên YE û DYA’yê ket rewşek zehmet.
Li gel van her du welatan welatên OPEC jî ji ber ketina petrolê di rewşek zehmet de ye. Endamên OPEC di 27’ê Mijdarê de li Viyanayê dicivin.
Welatên Venezuela, Îran, Iraq, Suudî Erebîstan, Kuweyt, Katar, Lîbya, Endonezya, Emirtiyên Yekbûyî yên Ereb, Cezayir, Nîjerya, Ekvador û Gabon endamên OPEC’ê ne.