Rûsya: Rojava kor bûye, şantajê dike

Rûsya: Rojava kor bûye, şantajê dike

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov da xuyakirin, ku Rojavayî di mijara Sûriyê de ji ber hedefên xwe yên îdeolojîk kor bûne û ji bo piştgiriyê bide biryareke tund a Neteweyên Yekbûyî li Rûsyayê şantajê dikin.

Sergey Lavrov di axaftina xwe ya ji bo Channel One de got, "Hevalbendên me yên Emerîkî dest bi vê şantajê li me kirin: Eger Rûsya di Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî de piştgiriyê nede biryareke li gorî xala 7., em kar li gel Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî radiwestînin."

Lavrov diyar kir ku Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî di mijara Sûriyê de li ber biryardaryînekê ye, lê belê ev pêvajo bi gefa helwesta "quretî" ya hin hevalbendên wan ên Rojavayî re rû bi rû ye.

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê got, "Di rewşeke binpêkirina qanûnên navneteweyî de, pêwistiyê bi xala 7. dibînin ku li gorî vê xalê pêkanîn, bikaranîna hêzê gengaz e."

Washîngton, Parîs û London, di çarçoveya xala 7. a qanûna Neteweyên Yekbûyî de dixwazin li dijî SûriYê biryareke tund bê stendin. Lavrov destnîşan dike ku ev ferzkirin li dijî "peymana dîrokî" ya 14'ê Îlonê li Cenevreyê di navbera DYE û Rûsyayê de hatibû morkirin. Di çarçoveya peymanê de Sûriye dê çekên xwe yên kîmyewî ji kontrola navneteweyî re veke û tine bike. Di vê çarçoveyê de rejîma Sûriyê lîsteya çekên kîmyewî yên di destê xwe de roja Şemiyê pêşkêşî rêxistina mijara gotinê kiribûn û serlêdana endametiyê kiribû.

Sergey Lavrov got, "Der barê guhetina rejîmê de hevalbendên me bi hedefên xwe yên îdeolojîk kor bûne. Tişta ku bi tenê dibêjin, çûyîna Beşar El Esad e."

Wezîrê Rûs got, "Berjewendiya wan a yekane nîşandan serdestiya xwe ye, lê Rûsya dixwaze pirsgirêka çekên kîmyewî ya li Sûriye çareser bike."

Lavrov ragihand ku ji bo çavdêriya xebatên pisporan ên li tesîsên çekên kîmyewî de Rûsya amade ye di çarçoveya navneteweyî de yekîneyan bişîne û got, "Em amade ne leşkerên xwe, polîsê xwe yê leşkerî tev li van hewldanan bikin."

Lavrov daxuyaniya Beşar Esad a ragihandibû ku tinekirina çekên kîmyewî dê rê li ber maliyeteke milyarek dolarî veke red kir û got, "Me li Cenevreyê, maliyeteke gengaz a vê bernameyê nîqaş kirin. Hejmar gelekî kêm girîng bûn."