Rûsya li pêşiya daxuyaniya hevpar a Neteweyên Yekbûyî bû asteng

Ji ber astengiya Rûsyayê, pêşnûmeya Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ya ji bo rawestandina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk nehate eşkerekirin.

Li gorî daxuyaniya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê, metna hevpar a Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ji ber astengiya Rûsyayê nehate eşkerkirin.

Di pêşnûmeyê de ku bi nûnerên 14 welatên din ên danmeê Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî re hate parvekirin, fikarên ewlekarî û însanî yên ji ber êrîşên dagirkeriyê tên bibîrxistin. Di pêşnûmeyê de dihate destnîşankirin ku êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk wê destketiyên heta niha li dijî çeteyên DAÎŞ'ê hatine afirandin bixin rewşeke metirsîdar. Di pêşnûmeyê de ji bo gefa 'vegera penaberan' a ku Erdogan li dijî raya giştî ya navneteweyî ji bo xapandinê bi kar tîne hate gotin, 'veger divê bi rengekî ewle, bi daxwaz û li gorî hiqûqa însanî ya navneteweyî be'.

Di daxuyaniya hevpar de ku Rûsya li pêşiya wê bû asteng, tê gotin ku li gorî daxuyaniya DYE'yê ya çend roj berê hin gotin hatine guhertin. Di daxuyaniya Pêncşemê ya DYE'yê de ji bo rawestandina êrîşan tiştek nedihat gotin. Lê belê di pêşnûmeya dawî de banga rawestandina êrîşan tê kirin. Her wiha gotina 'rewa' ya beriya niha ji bo 'gumanên ewlekariyê' yên Tirkiyeyê dihate bikaranîn vê carê di pêşnûmeyê de tine bû.

Ji bo daxuyaniya hevpar bê weşandin tevî 5 endamên daîmî Rûsya, DYE, Fransa, Çîn û Brîtanya Mezin divê 10 endamên demkî jî bipejirîne.