Rûsya, DYA, YE di nav siyaseta xwe de kurdan bi nav nakin

Rûsya, DYA, YE di nav siyaseta xwe de kurdan bi nav nakin

Siyaseta li der dora siberoja Sûriyeyê didome. Niha her kes vê pirsê dike; gelo dê rewşek çawa di encama vê gengeşiyê de derkeve? Çimkî di demên dawî de hêzên li der dora Sûriyê siyaset dikin ji bo pozîsyona xwe xurt bike û hamleyên nû dikin. Bi zexta îngîlîz û Fransiyan li YE ambargoya çekan li ser opozîsyona rakir. Li ser wê Rûsya hamleyek din kir ku wê fuzeyên S-300 bide rejîma Esad. Ji aliyekî din ve dewleta Îranê diyar kir wê 4 milyar dolar bi alîkariya Sûriyê bike.  Ji xwe  Lubananê ku li gor siyaseta İranê tevdigere ev demeke bi awayek fermî ketiye nava şer. Ev siyaseta derve ya li ser  Sûriyê têmeşandin.  Cephet El-Nesra ket lîsteya terorê ya Netewê Yekbûyî. Ya herî girîng Rûsya û DYA’yê ji bo rewşa Sûriyê binirxînin bîryar da ku cîvina 2’emîn ya Cenevre li dar bixe. Niha her hêz pozîsyona xwe li gor wê civînê xurt bike.

Aliyê herî balkêş ne Yekîtiya Ewropa, ne DYA, ne jî Rûsya heta niha Kurd ji nedîtî ve hatine. Di nava siyaseta xwe navê Kurdan binav nakin.  

Li Sûriyê çi dibe?

Opozîsyona Sûriyeyê ya li nav Sûriyê şer dide meşandin wateya xwe ya şoreşê wenda kiriye û him ji aliyê Ereban ve him jî ji aliyê Kurdan ne cihê baweriyê ye. Niha Artêşa Azad ji navendek nayê bi rêvebirin û her enî, tabur, tûgay li gor xwe tevdigere û bi talanê, kuştinê, revandina mirovan tê naskirin.

Ger mirov hêzêk li “dijî rejîma Esad” bi plan û li gor fermandariyekî tevdigere hebe, ew jî Cephet El-Nesra ye. Di heman demê de li dijî gelê Kurd û deskeftiyê wê jî yê herî zêde êrîş dike Cephet El- Nesra ye. Ew jî ger ji aliyê hêzên wek Tirkiyeyê neyê destekkirin û ji bo wê bi rêya Artêşa Azad ve alîkarî neyê nikare demek dirêj hebûna xwe li Sûriyeyê wek niha biparêze.

Rejîma Sûriyeyê piştî alikariya leşkerî ya Hîzbûllaha Lubnan û alîkariya Rûsya û Îranê di warê moral de bi ser hişê xwe hat. Mirov dikare bêje rejîma Sûriyeyê li dijî Artêşa Azad  ji pozîsyona parastinê derketiye û ketiye nava êrîşê. Bi taybet dixwaze şer di nava Lubnanê de jî belav bike. Ev rewşek nû ye.

Ger mirov li ser van hêzan pênasekî bike. Ez dikarim bêjim, di dema niha de tu hêz nikare temsîla Sûriyê bike. Rejîma Esad him bi kiryarê xwe yên dîrokî, him jî di roja me de rewabûna xwe wenda kiriye. 

Opozîsyona Sûriyê ji ber diwarê mezhebî Sûniye û dîsa bi kiryarê xwe yê du salên dawî de di nava gelên Sûriyê de bê rewaye.  Herî dawî di şerê Serêkaniyê de, Til Temir û  Efrînê diyar kir ku, opozîsyona Sûriyeyê jî ji mafê Kurdan re rêz nagre.

Jixwe Cephet El Nesra ne hêzeke ji nava gelên Sûriyê derketiye. Û ji roja despêkê heta niha ne hêzekî rewa bû.

Em werin ser rewşa Kurdan.

Tevgera Azadiya Gelê Kurd siyasetek heta niha nehatibû meşand û xwe wek hêza sêyemîn diyar kir. Ev siyaset heta niha ji bo Kurd bû cihê aramiyê. Hinek hêzên vê rewşê qebûl nakin, bi êrîşan dixwazin vê rewşê xerab bikin. Ev êrîşên di dema dawî de li Efrînê pêk tên jî ji ber wê ne. Tevgera Azadiya Gelê Kurd bi vê siyasetê ji bo her kesê daxuya kir ku, gelek dikare bi vîna xwe serkeftina bidest bixe.

Ava kirina Desteya Bilind ya Kurd ji bo Rojavayê Kurdistanê derfetek mezin bû. Lê hinek partiyan ev Desteya ji bo xwe wek metirsî dîtin û ji roja ewil ve bi hinek tiştên ne di cihê xwe neketin nava wê. Îro jî ji aliyekî dibêjin bila Desteya Bilind bê parastin û ji aliyekî din ve jî partiyek wek partiya azadî (ku niha li Efrînê li dijî gelê Kurd şer dike û berî niha jî li Serêkaniyê li dijî gelê Kurd şer kiribû) bi navê Encûmena Niştîmanî xwestin têxin nava Desteya Bilind. Niha tu bixwazî karek nebe, tê wiha bikî.

Berî niha jî min di nivîsekî xwe de dabû diyar kirin ku, li Rojavaya Kurdistan çend hebûnên netewî hene. Yek ji wan Desteya Bilind a Kurd e. Du, Saziya Zimanê Kurd e. Sê, YPG e. Çar jî Asayîşa Rojavaya Kurdistane. Di rewşa niha de Desteya Bilind ji herdû meclisan pêk tên û rêveberiya Rojavaya Kurdistan e. Di nava Desteya Bilind de partî û meclîs li gorÎ hêza xwe beşdar dibin, hêzên siyasî li gor projeyê xwe dikarin bi bandor bibin, ev rewşek asayiye.

Lê hinek sazî hene dibe siyaseta partiyan têde bibandor nebe. Ev hêzên netewîne û xwe li gora berjewendiyê netewî xwe tevger bikin. Nabe YPG, Asayîş û SZK wek koalîsyonên partiya tevbigerên.

Ger ez gotinê xwe kom bikin.

Niha him hêzên navnetewî, him yê herêmî, him jî yê di nava Sûriyê de di nava têkoşînê de ne, dixwazin pozîsyona xwe di civîna Cenevrê de xurt bikin. Opozîsyona Sûriyê berî civîna Cenevrê him li nav Sûriyê, him jî li derve hate niha diyar nekeriye dê çewa tevbigere. Lê ji ber nikare dervî siyaseta DYA tevbigere wê beşdarî civînê bibe. Rejîma Esad berî demekî diyar kir ku wê tevlî bibe. Kurdan jî diyar kirin ku wê wek Desteya Bilind tevlî bibin. 

Ger Gelê Kurd bixwazin di wê civînê de mafê xwe biparêzên û pozîsyona xurt bikin, dibe di navxwe de nakokiyê xwe bidin aliyekî.