Rûspiyên Xaneqînê nobedê digirin

Rûspiyên Xaneqînê nobedê digirin

Li bajarê Xaneqîn ê Başûrê Kurdistanê, gel li dijî gefa DAIŞ'ê tedbîrên xwe yên ewlekariyê zêde kir. Rûspiyên civakê jî, barê ewlekariyê hilgirtine ser milê xwe. Li ser xaka xwe herî baş ew dizanin ku kî biyanî ye kî jî dost e.

Xaneqîn yek ji herêmên bi nîqaş e ku bi awayekî fermî bi Herêma Kurdistana Federal ve nehatiye girêdan. Lê belê piştî ku di 10'ê Hezîranê de DAIŞ'ê Mûsil xist bin kontrola xwe, di serî de Kerkûk mîna herêmên din ên bi nîqaş Xaneqîn jî di pratîkê de ket bin rêveberiya Herêma Kurdistanê.

Di 6'ê Îlona 2006'an de hemû endamên Meclîsa Şaredariya Xaneqînê xwestibûn, ku bi Herêma Kurdistana Federal ve bên girêdan. Diviyabû ev daxwaz pêşkêşî referandûmê bihata kirin ku li gorî Detûra Bingehîn a Iraqê pêwîst bû di sala 2007'an de bihata kirin, lê belê ti carî nehatiye kirin.

Piştî ku rêxistina dijminê mirovahiyê DAIŞ di 10'ê Tebaxê de bajarokê Xaneqîn Celewla dagir kir, gef nêz bû. Bajarokê Sadiye jî ji aliyê DAIŞ'ê ve hatiye dagirkirin. Hêzên Kurd ji bo van her du cihan rizgar bikin, dor li DAIŞ'ê girtine.

Şêniyên Xaneqînê ji 7 heta 70 salî li dijî gefa DAIŞ'ê, bi derfetên xwe tedbîrên ewlekariyê zexim dikin. Rûspiyên bajêr her roj saet di navbera 18:00 û 06:00 de li nuqteyên kontrolê nobedê digirin û bi lêpirsîn nêzî rûyên nenas dibin.

ARMANC XURTKIRINA EWLEKARIYA BAJÊR E

Rûsipiyekî bi navê Mahmûd Mihemed Salih ku li ser benda kontrol kirina ketin û derketina bajêr bi erka ewlekariyê radibû, li ser pêkanîna erka xwe wiha axivî: "Em hemû şêniyên bajêr nas dikin, lewma yên beyanî  derhal em ferq dikin û bi lêpirsîn nêz dibin. Armanca me ewlekariya bajêr e." Her wiha welatiyek û peşmergeyekî qedîm yê bi navê Newzat jî wiha got: "Îro li hemberî me dijminekî hov heye, lewma divê em ewlekariya xwe bigrin’’.

Welatiyekî din ê bi navê Baqî Ehmed jî hestên xwe wiha bilêv kir: "Ji serdema Saddam û vir ve, her dem hin Erebên nîjadperest bi me ve mijûl in û êrîşî me dikin. Lewma em her dem amede ne ku li her car perçeyên Kurdistanê axa xwe biparêzin." Rûsipî û xwe bexşên bi erka ewlekariyê radibûn xwe bi Zêrevanên Xaneqîn’ê bi nav dikin û amede bûna xwe a ji bu parastina her çar perçeyên Kurdistan’ê anîn ser ziman. 

ABDÛLLAH OCALAN RÊBERÊ ME YE

Zêrevanên Xaneqînê li ser hatina gerîlayên HPG’ê a ji Başûrê Kurdistanê re jî kêfxweşiya xwe anîn ser ziman û wiha gotin: "Îro şer kirina gerîlayên HPG’ê li rex pêşmergeyan ji bo me şenazî û rûmetekî mezine. Sibê eger PKK pêwîst bibîne, em amede ne li rex wan şer bikin. Ji bo şer kirina li her çar perçeyên Kurdistanê ti bend li pêşiya me nîne. Rêber Abdullah Ocalan rêberekî me ye jî, em bi hêvî ne di demeke zû de azad bibe."