Rûniştina rêveberên ÎHD'ê pêkhat

Rûniştina rêveberên ÎHD'ê pêkhat

Rûniştina doza rêveberên ÎHD'ê yên di deme çalakiya greva birçîbûnê xwestin li ber Ofîsa Serokwezîr daxuyaniyê bidin hatin binçavkirin pêkhat.

Rêveberên ÎHD'ê yên Stenbolê di 14'ê mijdara 2012'an de bi armanca balê bikşînîn ser çalakiya greva birçîbûnê ya di 12'ê Îlona 2012'an de li girtîgehan dest pê kir xwestin li ber Ofîsa Xebatê ya Serokwezîr a li Dolmabahçeyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Lê polîsan bu tund êrîş li ÎHD'iya kiribû û ew binçavkirinbûn. Piştî vê yekê derbarê rêveberên ÎHD'ê de bi îdîaya "li dijî zagonê meş li dar xistin û tevlî bûn" doz hate vekirin û yekemîn rûniştina dozê li 53'yemîn Dadgeha Ceza ya Asliye ya Stenbolê hate dîtin.

5 rêveberên ÎHD'ê û parêzerên wan tevlî rûniştinê bûn. Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Stenbolê Umît Efe ji ber derveyî welatî bû tevlî rûniştinê nebû. Piştî tesbîta nasnameyan Endama ÎHD'ê Nerîman Denîz îfadeyên xwe yên li dozgeriyê dubare kir û diyar kir ku, roja bûyerê hêj wan daxuyanî nedayîn nêzî 200 polîsan dora wan girtî ew binçavkirin. Denîz anî ziman ku, îdîaname bi fezlekeya polîsan hate amadekirin û wan bi pankartan rê ji trafîkê negirtin û wiha got: "Di dema çalakiya greva birçîbûnê de mafê jiyanê di rojevê de bû. Em li hemberî vê yekê bêdeng nediman." Pişt re Endamê ÎHD'ê Riza Dalkiliç parastin kir.

Ji rêveberên ÎHD'ê Sevîm Kalmaz diyar kir ku, polîsan ew darpkirin û binçavkirin di otobusa hêzên çewîk de rastî heqaretan hatin. Pişt re Parêzer Fazil Ahmet Taner parastin kir û diyar kir ku, îdîaname li gorî fezlekeya polîsan hatin amadekirin û îdîayên rast neyî di îdîanameyê de cih digirin. Taner anî ziman ku, endamên ÎHD'ê ji bo pêşiya mirina bigirin û agahî dan çapemeniyê. Taner da zanîn ku berî çapemeniyê bi sedan polîsa li Ofisa Serokwezîriyê kombûn û wiha got: "Polîsan dixwazî dê çend kes tevlî daxuyaniyê bibin ji ber ku guhdariya telefonan dikin. Ligel dizanin 6 endamên ÎHD'ê hene 300 polîs hatibûn."

Pişt re Serokê Dadgehê ji bo Umît Efe bê guhdarkirin rûniştin taloqî 14'ê adarê kir.