Rûniştina pêşî ya doza komkujiya Pirsûsê 4’ê Gulanê wê were dîtin

Darizandina 3’ê kesên ku ji kuştina 33 şoreşgeran a 20’ê Tîrmeha 2015’an a Pirsûsê berpirs têne dîtin 4’ê Gulanê wê li Dadgeha Cezayê Giran a 5. wê dest pê bike.

Doza komkujiya Pirsûsê 4’ê Gulanê li Dadgeha Cezayê Giran a 5. a Rihayê wê dest pê bike. Doz wê hêwana kampûsa Girtîgeha Hîlwanê were dîtin. Bersûcê girtî yê ji doza komkujiya Enqerê Yakub Şahîn bi SEGBÎS’ê wê tevlî dozê bibe.

Piştî komkujiyê bi 19 mehan îdîaname hate amadekirin, tenê 3 kes wê weke ‘bersûc’ werin darizandin.

Bersûc Îlhamî Batli û Denîz Buyukçelebî ku endamê DAIŞ’ê ne li Sûriyê ne. Yakup Şahîn jî ji komkujiya Enqerê ya 10’ê Cotmehê bi awayekî girtî tê darizandin.

Ji bo her 3 kesan her yekê 104 caran cezayê miebetê ya girankirî tê xwestin.