Rûniştina li ser doza karaseta Somayê taloqî 15’ê Nîsanê hat kirin

Piştî karaseta navçeya Soma ya Manîsayê ku 301 karkerên madenê hatin qetilkirin şûnde, doza têkildarî 8 jê girtî 45 kesî de hatibû vekirin, ji ber aloziya ku derket, navber danê.

Piştî karaseta navçeya Soma ya Manîsayê ku 301 karkerên madenê hatin qetilkirin şûnde, doza têkildarî 8 jê girtî 45 kesî de hatibû vekirin, ji ber aloziya ku derket, navber danê.

Yekem runiştina dozê ku 8 jê girtî 45 kes dihatin darizandin îro li Dadgeha Cezaya Giran a Akhîsarê dest pê kir. Runiştin bi tespîta nasnameyan destpê kir. Hevsera karkerekî ku jiyana xwe ji dest dabû rabû ser piyan û got ‘Em darizandina adîlane dixwazin’ û neanîna 8 gumanbarên girtî ya danişînê jî protesto kir.

Hinek temaşevanan jî nerazîbûn nîşanê girtiyên di dîmen de, da û gotin: “Cil û bergên fermî li xwe kirine û derketine pêşberî me. Ne li virin, bila bên vir hesab bidin me.” Her kes di carekê de qêriya û salon tevlîhev bû. Serokê dadgehê gto ger bertek bidomin wê neçar bimînin navberê bidinê û  piştî aloziya ku derket şûnde navber dan runiştinê.

Heyeta dadgehê danişîn taloqî 15’ê Nîsanê kir û diyar kir ku ji bo gumanbar roja çarşemê bên runiştinê wê nivîsê ji Wezareta Dadê re bişînin.