Rûniştina F'yê: Girtîgeh girtiyan nexweş dikin

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li Stenbol, Enqere û Îzmîrê çalakî lidarxist. ÎHD'ê diyar kir girtîgeh girtiyan nesweş dike û mafê tedawîbûnê yê girtiyan tê astengkirin.

Komîsyona Girtîgehan a Şûbeya Stenbolê ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ji bo ku balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş cara 408'an Rûniştina F'yê pêk anî. Çalakî li ber avahiya ÎHD'ê çêbû, polîsên Tirk dora çalakgeran pêçan. Wekîlê HDP'ê Mûsa Pîroglu jî di nav de nûnerên gelek partiyên siyasî û rêxistinên girseyî yên demokratîk hazir bûn.

Daxuyaniya vê heftiyê endamê Komîsyonê Taylan Bekî xwend. Bekî bal kişande ser rewşa girtiyên nexweş ku mafê wan ê tedawîbûnê tê astengkirin û got, li Tirkiyê rewşa sînordarkirina azadiyan û binpêkirina mafan herî pir bandorê li ser girtiyan dike. Bekî diyar kir ev rewş dibe sedem ku problem girantir bibin û diyar kir serlêdanên ji girtîgehan ên li ÎHD'ê dibe mireka vê rewşê.

MIRIN ZÊDE DIBIN

Bekî her wiha got astengkirina mafê tedawîbûnê dibe sedema mirinan û polîtîkaya tecrîdê jî dibe sedema xwekuştinan. Bekî Nurcan Bakir ku ji bo ku zextên li girtîgehan şermezar bike dawî li jiyana xwe bibîr anî û got, Bakir di axafitina telefonê de gotiye, ''ez ê li dijî zilmê bêdeng nemînim.'' Bekî her wiha bi bîr xist ku Bakir salek mabû ku cezayê wê xilas bibe û dawî li jiyana xwe aniye.

REWŞA 457'AN JI VAN GIRAN E

Bekî her wiha got ji ber ku di dema xwe de nehatine tedawîkirin 2019'an bi kêmanî 48 girtî jiyana xwe ji dest dane û 2020'an, di 15 rojên pêşî de 3 girtiyên din jiyana xwe ji dest dan. Bekî her wiha got li girtîgehan 1333 girriyên nexweş hene û rewşa 457'an ji van giran e.

Bekî got, ''Nexweşxane girtiyan nexweş dikin. Astengkirina mafê tedawîbûnê bi binpêkirina mafan biencam dibe û dibe sedema mirina. Li girtîgehan ku di şertên giran ên tecrîdê de têne hiştin û her cure binpêkirina mafan çêdibe, rewa girtiyan ku ku jiyana wan li wan kirine dojeh, di berpirsyariya rêveberên welêt de dibe rewşa mirovahiyê.''

ÎZMÎR

Xizmên girtiyên nexweş û Rêveberên ÎHD'ê ya Îzmirê jî ji bo balê bikişînin ser rewşa Ramazan Taş daxuyanî dan. Rêveberên ÎHD'ê û xizmên girtiyan dîsa li pêş Sumerbank  a Berê ya Konakê li hev kom bûn û xwestin girtiyên nexweş bên berdan. Rêveberê ÎHD'ê Alî Aydin, sersaxî ji malbata Nebî Îlhan (74) ê di 11'ê Çile de li Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê jiyana xwe ji dest da û Nurcan Bakir a li Girtîgeha Tîpa T a Burhaniye jiyana xwe ji dest da xwest. Aydin, anî ziman ku bi taybetî li dijî girtiyên siyasî dijminantiyek heye." 

Aydin, bal kişand ser rewşa Ramazan Taş ê li Girtîgeha Tîpa F a Kiriklarê ya Îzmîrê û wiha got: “Ramazan Taş, girtiyekî nexweş ê rewşa wî giran e û divê serbest bê berdan." 

ENQERE 

Li Enqereyê jî Înîsiyatifa ji bo Girtiyên Nexweş Azadî, ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 280’an de li pêş Şaxa ÎHD'ê ya Enqereye daxuyanî dan çapemeninê. Vê hefteyê bal kişandin ser rewşa Girtiyê nexweş Abdulvehap Kavak ê li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê. Endamê ÎHD'ê Zarîfe Çamala, bal kişand ser rewşa Kavak û xwest serbest bê berdan.