Rûniştina F a 391’an: Guler ê 80 salî berdin

Di Rûniştina F a ji aliyê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Stenbol a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ve hate organîzekirin de daxwaz hete kirin ku Siddik Guler ê 80 salî bê azadkirin.

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê jî, bi boneya balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş xwest di hefteya 391'an de li Qada Galatasarayê daxuyanî bidin.

Lê polîsan di hefteya 391'an de dîsa komîsyon asteng kir û destûr nedan ku li qadê daxuyaniyê bidin.

Li ser astengiya polîsan, Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê li pêş avahiya ÎHD'ê ya Stenbolê daxuyanî dan.

Di çalakiyê de sînemager û lîstikvan Nur Surer, Kurê Musa Anter Dicle Anter û gelek welatiyên din amade bûn. Malbatên girtiyan wêneyên girtiyên nexweş rakirin û pankartên “Dermankirin maf e, nayê astengkirin" û “Bila Girtiyê Nexweş Siddik Guler bê berdan" vekirin.

Komîsyonê vê hefteyê bal kişand ser Girtiyê 80 salî yê nexweş Siddik Guler. Endama Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê Hatice Onaran daxuyanî da û got: "Mafê jiyanê mafê herî bingehîn e. Divê dewlet bêyî cudakariya ziman, nasname, bawerî û nijadiyê bike mafê hemûyan ê jiyanê biparêze. Gelek girtiyan di Îlonê de jiyana xwe ji dest dan. “Di 21'ê Îlona 1995'an de li Buca, di 24'ê Îlona 1996'an de li Amedê, di 26'ê Îlona 1999'an de li Girtîgeha Ulucanlarê komkujî pêk hatin. Di 18'ê Îlona 1995'an de li Girtîgeha Buca ya Îzmirê li dijî binpêkirina mafan hêjmar nedan. Di 21'ê Îlonê de tîmên taybet, esker û gardiyan êrîş kirin û 3 girtî kuştin. 47 girtî jî birîndar kirin. Di 24'ê Îlona 1996'an de li Zindana Amedê 10 girtî kuştin. 24 girtî jî birîndar kirin. Li Ulucanlarê di 26'ê Îlona 1999'an de 10 girtî kuştin. Sıddık Guler ê di 1994'an de li Bismila Amedê hat girtin 40 rojan rastî êşkenceyê hat. Guler, piştî hat girtin şandin gelek girtîgên cuda. Niha Guler ê 80 salî bi nexweşiya dil, tansiyon û romatizma ye."

Onaran, anî ziman ku Keça Siddik Guler Ayşe Guler herî dawî di cejna Kurbanê de bavê xwe ziyaret kiribû û diyar kiribû ku rewşa bawê wê xerab e.

Onaran, da zanîn ku Ayşe Guler bi rêya telefonê agahî daye wan û wiha got: "Guler bi rêya telefonê agahi da me û got 'Dema bavê min bi sandaya teker anîn salonê, em pir berketin. romatizma wî pir zêde bûye. Ji ber ku bi rêk û pêk nabin nexweşxaneyê û derman nakin, her diçe rewşa wî xerab dibe. Pir zor û zahmetiyê dijî. Bavê min ê 80 salî zerara wî dikêje kê? Piyekî wî li vê dinyayê û piyekî wî li wê dinyayê ye. Em dixwazin demek berî demekê bavê min serbest berdin."