Rûniştina doza Yuksekdag ji bo 15'ê Mijdarê hate taloqkirin
Hevseroka berê ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, ji ber ku qebûl nekir bi rêya sîstema deng û dîmen (SEGBÎS) tevlî bibe, tevlî rûniştinê nebû.
Hevseroka berê ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, ji ber ku qebûl nekir bi rêya sîstema deng û dîmen (SEGBÎS) tevlî bibe, tevlî rûniştinê nebû.
Ji ber axaftina Hevseroka berê ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag a 27'ê Cotmeha 2015'an li Erdîşê kir, bi îdîaya "propaganda rêxistinê kiriye" doz lê hate vekirin. Rûniştina 3. a vê dozê, li 1. Dadgeha Ceza ya Asliye ya Erdîşê pêk hat. Yuksekdag qebûl nekir ku bi rêya SEGBÎS'ê tevlî rûniştinê bibe, lewma di rûniştinê de parastina xwe nekir. Parêzerên Yuksekdag jî tevlî nebûn.
Heyeta dadgehê rûniştina dozê ji bo 15'ê Mijdarê taloq kir.