Rûniştina doza Somayê destpê kir
Rûniştina destpêkê ya doza li ser karesata Somayê, ku di encamê de 301 karkerên kana komirê jiyana xwe ji dest dan, destpê kir.
Rûniştina destpêkê ya doza li ser karesata Somayê, ku di encamê de 301 karkerên kana komirê jiyana xwe ji dest dan, destpê kir.
Rûniştina destpêkê ya doza li ser karesata Somayê, ku di encamê de 301 karkerên kana komirê jiyana xwe ji dest dan, li Dadgeha Cezayê Giran a Akhîsarê destpê kir.
Di dozê de 8 jê girtî 45 kes tên darizandin. Di rûniştina ku li Navenda Çandê ya Bulent Cîgeroglû tê dîtin de, malbatên karkeran bi tîşortên ji wêneyên xizmên xwe û nivîsa "Me 301 ji bîr nekir, em ê ji bîr nekin" amade bûn. 8 bersûcên gumanbar ên bi awayekî girtî tên ragirtin wê ji girtîgeha lê tên ragirtin bi dîmen îfadeyê bidin. 37 gumanbarên negirtî tên darizandin jî li rûniştinê amade ne.
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, parlamenterên HDP'ê Ertûgrûl Kurkçu û Sebahat Tûncel, Seroka Giştî ya EMEP'ê Selma Gurkan, Serokê Giştî yê ODP'ê Alper Taş, Serokê Giştî yê Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Gelemperiyê (KESK) Lamî Ozgen, Serokê Giştî yê DÎSK'ê Kanî Beko, Serokê Baroya Manîsayê Alî Arslan, ji Komeleyên Hiqûqnasên Hemdem ên Îzmîr û Manîsayê bi sdan parêzer û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl weke temaşevan beşdarî rûniştinê bûn.
Li dû tespîta nasnameyê malbatên karkeran rabûn ser piyan û gotin, "Kujer li ku ne? Em kujeran dixwazin. Kujeran bînin vê derê, em darizandineke adîl dixwazin. Ew 8 kesên girtî bila bên vê derê. Em dixwazin li rûyê van kujeran binêrin. Em dixwazin hesap bipirsin." Li ser vê yekê yên li salonê rabûn ser piyan û bi lêdana çepikan re, dadgeh protesto kirin.
Serokê dadgehê navber da rûniştinê û ji salonê derket. Nerazîbûna li salona rûniştinê dewam dike.