Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Rûniştina doza qetlîama Enqereyê hate kirin

Rûniştina doza qetlîama Enqereyê hate kirin ya ku di 10’ê Cotmeha 2015’an de hatibû kirin. Ji xeynî malbatên 103 kesan ên ku di qetlîamê de hatibûn qetilkirin, nûnerên gelek saziyan û parlementerên HDP’ê tevlî rûniştina dozê bûn.

Rûniştina doza qetlîama Enqereyê didome ya ku di 10’ê Cotmeha 2015’an de hatibû kirin. Ji xeynî malbatên 103 kesan ên ku di qetlîamê de hatibûn qetilkirin, parlementerên HDP’ê Mûrat Sarisaç, Mensûr Işik, Nûran Îmîr, serokên KESK’ê û Egîtîm-Senê tevlî rûniştina dozê bûn.

‘DI VÊ DOZÊ DE BERPIRS NAYÊN DARIZANDIN!’

Parêzer Sevînç Hocaogûllari diyar kir ku 3 sal berê qetlîamek hate kirin û pêvajoya lêpirsînê ji wan hatiye veşartin. Hocaogûllari got ku, “Biryara astengkirinê heye û berpirsên DAÎŞ’ê yên hatine veşartin û berpirsên saziyên hikumetê nayên darizandin. Di lêpirsînên Edene û Mêrsînê de jî biryarên astengkirinê heye. Di pêvajoya dozê de hê lêpirsîn li ser berpirsên saziyên fermî nehatine destpêkirin. Qetlîama di 10’ê Cotmehê de ne xweteqandina du kesan e. Ev qetlîameke siyasî ye. Kesên ku 10’ê Cotmehê bi bîr anîn û rojnamegerên ku nûçeya wê çêkirin, hatin darizandin. Bi hinceta ku slogan berz kirine, malbatên me hatine darizandin.’

DARIZANDINEKE BAŞ NAYÊ KIRIN

Hevseroka Komeleya Aştî û Hevgirtinê ya 10’ê Cotmehê Mehtap Sakîncî Coşgûn jî diyar kir ku di dozê de darizandineke baş nayê kirin. Coşgûn got ku, “Ev doz a qetlîamekê ye, divê di çarçoveya sûcê li dijî mirovayetiyê were nirxandin. Em ê rûniştinan bişopînin, hûn dozê bibin ku derê, em ê bên.”

Heta saet 14.00’an navber dan dozê.