Rûniştina Doza Qetlîama Enqerê hate taloqkirin

Rûniştina Doza Qetlîama Enqerê ya ku 16 bersûcên firarî jê tên darezandin hate taloqkirin.

Rûniştina doza Qetlîama Gara Enqereyê ya 10'ê Cotmeha 2015'an ku 16 bersûcê firar lê tên darizandin, piştî danê nîvroj li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê dewam kir.

Piştî heyeta dadgehê hat, parêzer Mûrat Gunduz parêzî kir. Gunduz, diyar kir ku ji sala 2012'an ve di derbarê Dîlokê de hatine şopandin û gelek lêpirsîn hatine vekirin û di 30'yê Hezîrana 2015'an de Serdozgeriya Komarê ya Dîlokê ji emniyetê xwestiye Yûnûs Dûrmaz û Îlhamî Bali jî di nav de gelek bersûcên DAÎŞ'î bên destgîrkirin, lê belê hê jî aqûbeta wê nivîsa ku dozger daye TEM'ê nediyar e. Gunduz, xwest ji Emniyeta Dîlokê aqûbeta vê nivîsê bê pirsîn.

Gunduz, di berdewamiya parêziya xwe de destnîşan kir ku lîsteya xelatê ya Wezaretaa Karên Navxweyî heye û got: "Îlhamî Bali û Denîz Buyukçelebî di lîsteya sor de ne. Ji 16 bersûcên firara 12 jê di vê bultenê de hene. Li wezaretê hê jî delîlên di dosyeya me de tine ne hene. Em dixwazin nivîsek ji Wezareta Karên navxweyî re bê nivîsandin û hemû agahiyên di derbarên bersûcên DAÎŞ'î de bên celpkirin. Em dixwazin bersûcên DAÎŞ'î yê wezaret li wan digere û agahiyên di derbarê wan de ji bo dosyeyê bên şandin." Her wiha Gunduz, bilêv kir ku ew dixwazin X,Y,Z ên di dosyeyê de ne bên tespîtkirin û got: "Em dixwazin Midûriyeta Giştî ya Emniyetê û Înterpolê bi pergala naskirina rû evan kesan tespît bikin."

Parêzer Îlke Işik jî diyar kir ku divê şopandin bê berfirehkirin û got: "Em biryara derbarê lêpirsîn û girtina Yûnûs Dûrmaz ku li Stenbolê ev hatibû dayîn dixwazin. Kesên di derbarê wan de biryara girtinê hebin û mala wan bê naskirin û neyên girtin, ev sûc e. Em dixwazin ev kes bên cezakirin. Her wiha di derbarê bersûcê firar Ahmet Guneş de jî di dosyeya 2016/236 gelek agahî hene. Ev yek di ser komeleyan re tê kirin û di 10'ê Cotmeha 2015'an de Komeleya Ensara Ciwan xwe fesix dike. Em dixwazin hîn bibin di 10'ê Cotmeha 2015'an de di derbarê Ahmet Guneş de biryara girtinê hebû yan na." Işik destnîşan kir ku dosyeya 2016/128 a li Dîlokê dosyeyeke pir girîng e û di Tîrmeha 2015'an de girtek nivîsandin û hatiye gotin ku Yûnûs Dûrmaz, Nûsret Yilmaz û Ahmet Guneş nehatine dîrin. Işik got: "Em pir meraq dikin, Emniyeta Dîlokê û Dozgeriya Dîlokê çi dikirin? Em evan agahiyan ji Dozgeriya Komarê ya Dîlokê û Emniyeta Dîlokê dixwazin. Her wiha divê ji nû ve li qeydên UYAP'ê bnerîn ka di derbarê Yûnûs dûrmaz, Halîl Îbrahîm Dûrgûm û Yûnûs Emre Alagoz de doz hene yan na. Divê dosyeya li Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Hatayê bê, çimkî bersûcên nehatine zevtkirin sûcan dikin."

Işik got: "Em ê behsa rapora mufetîşên milkiyeyê bikin. Li vir behsa berpirsiyariya rayedarêên emniyetê tê kirin. Mufetîşan lêkolîneke 8 klasorî kirine. Di raporê de tiştek heye, bi tu awayî ev bersûc nehatine astengkirin. Sê sal in dibêjin 3 kes hene. Ev sê kesên Serokatiya Daîreya Îstixbaratê qala wan dike kî ne? Divê qeydên guhdarîkirina li Alagoz, Şahîn, Buyukçelebî û Dûrmaz ji Serokatiya Daîreya Îstixbaratê ya Emniyetê bên xwestin. Divê ev neyên veşartin.

Di dosyeya 2017/27 a li Dîlokê de der barê Yûnûs Dûrmaz de materyalên dîjîtal hene. Pêzaniyê rapora xwe ya dîjîtal a di derbarê Dûrmaz de şand. Dîjîtalên ku di raporê de behsa wan tê kirin di dosyeya me de tune ne, em doza evan dîjîtalan hemûyan dikin. Li wir materyalên cuda li vir ên cuda hene. Dûrmaz ev komkujî plan kiriye û hemû belgeyên li ser li Serokatiya Daîreya Îstixbaratê ne. Bêyî wan wê bi tevahî darizandin pêk neyê. Em hemû belge û qeydaên li Serokatiya Daîreya Îstixbaratê ya Giştî ya Emniyetê dixwazin.

Di dosyeyê de diyar e, Emre Ture meaş stendiye. Em ê li Îstixbaratê xwe bigihînin belge û agahiyên di derbarê bersûcên din de. Em dixwazin Serokatiya Daîreya Îstixbaratê belge û agahiyên di derbarê hemû bersûcan de bînin. Heta ev lêkolîn neyê kirin wê darizandin pêş nekeve."

Işik, diyar kir ku DAÎŞ'î li Sûriye û Irakê dijîn û divê ew DAIŞ'î bên îadekirin. Işik, bilêv kir ku îhtimal e dibe ku bersûcên firar li Sûriyeyê bin û divê Komara Tirkiyeyê bi vê yekê re eleqedar bibe û ger bersûc hebin divê ji Wezareta Karên Derve bê pirsîn. Işik, anî ziman ku divê Hulya Bali, hevjîna Îlhamî Bali, wekî şahid bê guhdarîkirin û got: "Di îfadeya wê de tê gotin piştî komkujiyê ew û hevjînê xwe bi hev re mane. Em dixwazin pirsên xwe ji Bali bipirsin. Di destê me de tenê tiştek heye, ew jî hevjîna bersûcê firar e. Em dixwazin dadgeh wê ji girtîgehê bîne. Divê Şengul Buyukçelebî jî bê guhdarîkirin. Li Pirsûsê bibû şahid."

Heyeta dadgehê daxwazên parêzeran ên di derbarê bersûcên firar de qebûl kirin.

Malbatan jî got: "Ev hîna destpêk e, wê têkoşîna me dewam bike."

Dadgehê danişîn taloqî 18'ê Nîsana 2019'an kir.