Rûniştina doza kuştina Hrant Dînk wê sibehê dewam bike

Rûniştina Doza Kuştina Hrant Dînk dewam kir.

Doza têkildarî kuştina Rêveberê Weşana Giştî ya Rojnameya Agosê ku 19’ê Çile yê 2007’an hatibû kuştin, cara 27’an pêk hat, ku di vê dozê de Serokê Rêveberiya Sîxuriyê ya Midûrîyeta Giştî ya Emniyetê Ramazan Akyurek jî di nav de 35 peywirdarên cameweriyê têne darizandin, dewam kir.

Akyurek got kuştina Dînk ji bo îstîxbaratê mîladek e û wiha axivî; “Hin tişt hene ku midûrê îstîxbaratê dema agahiya wê hinek bên kuştin bigire, divê bike. Ew nehatine kirin. Prosedura parastina ji hêla bajêr tê destpêkirin.”

Akyurek li ser pirsa heyeta dadgeha a “Li ser agahiya kuştinê, F4’ek din hatiye. Ji hêla sepanînê gelo ne pêwîst bû ku ji Stenbolê re bihata nivîsîn?” wiha axivî;

“Ji sedan ewraqan yek jî ev bû. Dema min îmze kir, li ser wê ti fikrên mîn nîn bûn. Îmzeya Midûrê Emniyeta Bajêr heye. Ez nizanim bê agahiya wan heye an ne. Li bajaran, midûriyetên îstîxbaratê yên bajaran xwedî rayeyên tam in. Xwedî agahiyên pêwîst in. Di ewraqa derxistina Erhan Tûncel de îmzeya Farûk Sari heye. Ez bûma, min ev mijar li Trabzonê nîqaş bikira, sedema wê lêbikolîma. Nêrîna rêxistina îstîxbarata bajêr esas e.”

‘MIDÛRÊ ÎSTÎXBARATÊ BERPIRS E’

Akyurek li  ser gotina xwe ya “Walîtiyê Trabzonê yê demê dibêje ‘agahî nedane min’” û got, “Ez rayedar bûma, min ê Celalettîn Cerah û Waliyê Stenbolê demildest ji wezîfeyê bigirta.”

Li ser pirsa heyetê ya “4 rapor hene. Têkîldarî Dînk. Zilamê ku wê çalakiyê bike, beriya wê jî çalakiyek wî heye. Ev rewş bi prosedurê çawa tê îfadekirin” jî Akyurek ev bersiv da: “Midûrê Îstîxbaratê berpirs e.”

Piştî lêpirsîna Akyurek, wê doz sibehê dewam bike. Doz wê ji hêla Serokê Dadgehê Cem Karaca yê nû hatiye tayînkirin bê birêvebirin.