Rûniştina doza KESK’ê: Li Efrînê sûcên mezin hate kirin

Endamên KESK’ê yên ku li dijî dagirkeriya Efrînê derketibûn, rûniştina doza wan hate kirin.

7 kesên ku di Desteya Rêvebir a Navendî ya Konfederasyona Sendîkaya Karkerên Cemaweriyê (KESK) de ne, ji ber belavoka wan a bi sernavê ‘Êrîşa li Efrînê kaosê kûr dike’ doz li wan hatibû vekirin. Doz li Dadgeha Cezayê Giran a 4’emîn a Enqereyê hate kirin. Hevserokê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk, Sekreterê Giştî yê KESK’ê Ramazan Gurbuz û parêzerên wan tevlî rûniştinê bûn. Endamên TTB, TMMOB, ÎHD, DÎSK’ê jî di rûniştinê de amade bûn.

AŞTÎ TÊ DARIZANDIN

Di rûniştinê de Bozgeyîk axivî û got ku, “A niha tişta ku tê darizandin aştî ye.” Sekreterê Giştî yê KESK’ê Ramazan Gurbuz jî diyar kir ku li her dera dinyayê sendîka li dijî şer helwesta xwe diyar kirine û peywira sendîkavanan ev e ku divê alîgirê jiyanê bin.

Heyeta dadgehê rûniştin taloqî 7’ê Adara 2019’an kir.