Rûniştina doza "KCK" ya sereke ya Amedê dewam dike

Rûniştina doza "KCK" ya sereke ya Amedê dewam dike

Di rûniştina doza "KCK'ê" ya sereke ya Amedê de delîlên derbarê Endama Komîsyona Rêveberên Herêmî û Ekolojîk a DTP'ê Zohre Bozaci hatin xwendin. Di îdîanameyê de hate îdîakirin ku Bozaci Endama "KCK" TM ye, xebatkarên şaredariyan endamên PKK'ê ne û kesên endamên PKK'ê neyî di şaredariyan de naxebitin. Li gorî îfadeyên şahidên nepen DOKH rêxistina di bin kontrola rêxistinê de ye. Di îdîanameyê de şêwirmendiya Bozaci ya ji Parlementera BDP'ê Ayla Akat Ata re kir sûc hate nîşan dan.

Rûniştina doza "KCK'ê" ya sereke ya Amedê li 6'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê berdewam kir. Di rûniştinê de 25 kesên girtî, parêzer û tercumanên kurdî amade bûn. Di rûnşitinê de delîlên derbarê Endama Komîsyona Rêveberên Herêmî û Ekolojîk a DTP'ê Zohre Bozaci hatin xwendin. Di nava delîlan de Bozaci derket derveyî welat û avahîsaziya kîmyayê dike hate diyarkirin. Di nava delîlan de şermezarkirina operasyonan û astengkirina parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan weke sûc hatin dîtin. Di îdîanameyê de çûna Bozaci ya Herêma Federal a Kurdistanê weke tevlî civînên rêxistinê bûn hate nîşandan. Bozaci wiha bersiva îdîayan da: "Dozgeriyê çalakî û daxuyaniyên ez tevlî bûm weke 'çalakiyên wehîm' nirxandin. Li vir dozgeriyê rastî belevajî kirin." Bozaci, diyar kir ku dozgeriyê îdîayên vala derbarê wê de amade kirin û ew wan îdîayan qebûl nake.

Çalakî û daxuyaniyên Bozaci yên di sala 2003'yan de tevlî bûn weke sûc hatin nirxandin. Bozaci, anî ziman ku çalakiyên behsa wan tê kirin ên 10 sal berê ne û wiha got: "Heke ew çalakî sûc bû çima dozger wê demê derbarê min de tu doz venekirin. Bila dozgber bersivê bide. Hemû çalakî di çarçoveya zagonan de pêk hatin." Pişt re îfadeyên şahidên nepen ên derbarê Bozaci de hatin xwendin. Di îfadeyên şahidê nepen yê bi navê "Papatya" de Bozaci Endama "KCK" TM'ê ye. Di îfadeyan de xebatkarên şaredariyan jî endamên PKK'ê ne û kesên endamên PKK'ê nebin nikarin di şaredariyan de bixebitin hate îdîakirin. Şahidê nepen ji bo DOKH'ê jî got li gorî rêxistinê xebatan dike. Şahidê nepen di îfadeyên xwe de Bozaci şêwirmendiya Parlementera BDP'ê Ayla Akat Ata dike û ev yek di îdîanameyê de weke sûc hate dîtin. Bozaci têkildarî îfadeyên şahidê nepen de wiha got: "Mînak ez berê di girtîgehê de nemam e. Lê şahidê nepen got ez di girtîgehê de mam e. Raste min şêwirmendiya Birêz Akat kir. Ku der şêwirmeniyê sûc e."

Nîşeyên tê îdîakirin ayîdî Bozaci ne ên di îdîanameyê de hatin xwendin. Bozaci, anî ziman ku lênûsk û tiştên tê de hatin nivîsandin ayîdî wê nîn in. Serokê heyetê pirsên "Tu dibêjî ev lênûsk ayîdî te nîn in. Wê demê navê te di wan lênûskan de derbas dibe çawa di nirxînî?" kir û Bozaci jî wiha bersiv da: "Navê min di lênûskekê de derbas bibe nayê wateya ew lênûsk ayîdî min." 

Piştî parastina Bozaci navbera nîvro dan rûniştinê.