Rûniştina doza Eylem Pesen sibê ye
Rûniştina doza Eylem Pesen sibê ye
Rûniştina doza Eylem Pesen sibê ye
Rûniştina biryara kuştina Eylem Pesen a ku dema ducaniya 6 mehîbû ji aliyê hevserê xwe Kerem Çakan ve li taxa Şabaniye ya Wanê hate qetilkirin dê sibê li 2'yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Wanê bê dîtin.
Rûniştina biryara doza Eylem Pesen a ku ducaniya 6 mehî ya di 17'ê gulana 2009'an de li taxa Şabaniyeyê ya Wanê ji aliyê hevserê wê Kerem Çakan ve ewil bi darbeyên kêrê birîndar kir û pişt re bi wesayîtê bi ser re derbas bû û qetilkir dê sibê li 2'yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Wanê bê dîtin. Di rûniştina di dawî ya di 12'ê sibatê de xizmên Pesen ji ber zextên xizmên Kerem Çakan êdî tevlî rûnşitinan nabin daxwazname dabû dadgehê. Çakan di rûniştinên dawî de got wî ji ber "hesudiyê" hevsera xwe kuşt cînayeta pêk anîn weke tiştekî "asayî" nîşan da.
Hate hînbûn ku, Muşavîra Hiqûqê ya girêdayî Wezareta Polîtîkayên Civakî û Malbatî Prz. Gulenur Saît,saziyên jinan ên Wanê Komeleya Jinan a Wanê (VAKAD), Kooperatîfa Kargeh û Çanda Hawirdora Jinê (YAKA-KOOP) û Komeleya Jinê ya Mavî Golê ya Wanê dê tevlî rûntina sibê bibin.
Di rûniştina borî de parêzerên malbata Pesen û bersûç Çakan tevlî rûniştinê nebibûn. Li bendêne ku di vê rûniştinê de parêzerên her du aliyan tevlî rûniştinê bibin.