Rûniştina doza Altûn taloqî 6’ê Sibatê hate kirin

Rûniştina doza hevşaredara Dêrsimê Nûrhayat Altûn hate kirin. Şahid diyar kir ku ‘bêyî ku bixwîne, îfade hate îmzekirin’ lê dîsa jî Altûn nehate berdan.

Hevşaredara Dêrsimê Nûrhayat Altûn a ku qeyûm li şûna wê hatibû wezîfedarkirin bi îddîaya ku ‘endama rêxistinê ye’ doz lê hatibû vekirin. Rûniştina dozê li Dadgeha Cezayê Giran a Dêrsimê ya 1’emîn hate kirin. Altûn bi rêya SEGBÎSÊ ji Girtîgeha Tîpa F a Kandiraya Kocaeliyê tevlî rûniştinê bû.

ŞAHID: BÊYÎ KU BIXWÎNIM, MIN ÎMZE KIR

Rûniştin bi guhdarîkirina şahid Metîn Alpaslan hate destpêkirin. Alpaslan got ku, “Îfadeyên ku min li ser wê dane, ez qebûl nakim. Bêyî ku ez zabitnameyan bibînim, min îmze kir.”

Parêzer Reyhan Yalçindag jî diyar kir ku Altûn 25 meh in girtî ye û bal kişand ser vî tiştî ku êdî siyasetmedarên Kurd ji dadgehan tiştekî naxwazin û ne li benda tiştekî ne.

Heyeta dadgehê daxwazên tehliyekirina Altûn red kir û rûniştin taloqî 6’ê Sibatê kir.