Rûniştina doza Alî O. ê li Stûttgartê tê darizandin hat taloqkirin
Rûniştina Alî O. ê li Elmanyayê ji 'Doza PKK'ê' tê darizandin, ji bo 8'ê Kanûnê hat taloqkirin.
Rûniştina Alî O. ê li Elmanyayê ji 'Doza PKK'ê' tê darizandin, ji bo 8'ê Kanûnê hat taloqkirin.
Rûniştina Alî O. ê li Elmanyayê ji 'Doza PKK'ê' tê darizandin, ji bo 8'ê Kanûnê hat taloqkirin.
Ji wergirtina navê PKK'ê li lîsteya 'rêxistinên terorîst' ji aliyê Wezîrê Karên Hundir ê Elmanyayê Manfred Kanther ve, ji 26'ê Mijdara 1993'an û vir ve bi sedan welatparêzên Kurd hatin girtin, darizandin, cezakirin û ev mexdûriyeta Kurdan a li Elmanyayê hînê dewam dike.
Rûniştina doza Alî O. ya li salona 4. a Dadgeha Ceza ya Bilind a Stûttgartê di 1'ê Kanûna 2015'an de destpê kir, xelekek ji van rêze-dozan e. Gilînameya ji aliyê Serdozgerê Stûttgartê Dr. A. Haûser ve hat amadekirin, di 25'ê Îlona 2015'an de pêşkêşî dadgehê hat kirin. Bi qebûlkirina vê gilînameyê re Alî O. di çarçoveya xala 129b a Qanûna Ceza ya Elmanyayê de bi sûcdariya 'endamê rêxistineket erorîst e û li nava welêt xebatên di vê çarçoveyê de dimeşîne' hat sûcdarkirin. Rûniştina destpêkê di 1'ê Kanûna 2015'an de destpê kir.
Alî O. Kurdekî di 1'ê Kanûna 1968'an de li Tefekê ji dayik bûye. Heyeta dadgehê bi serokatiya Dadger Dr. Calûs Bellîng ji 5 dadgeran pêk tê. Wekîlên Alî O. parêzerê ji Heîlderbergê Martîn Heîmen (Heîmîng) û ji Berlînê Sonke Hîlbrans beşdarî rûniştina dozê bû.
ÇALAKIYÊN DEMOKRATÎK DI GILÎNAMEYÊ DE CIH GIRTIN
Li gorî gilînameya ji aliyê Serdozger Dr. A. Haûser ve hat xwendin, Alî O. xebatên PKK, KDK meşandiye, di vê çarçoveyê de pere daye hev, beşdarî meş, civîn û mîtîngan bûye. Weke delîl jî axaftinên telefonê hatin nîşandan. Çalakiyên ji bo destekkirina Rojava, çalakiyên protestokirina komkujiyên li Bakurê Kurdistanê û xwepêşandanên ji bo ronîkirina komkujiya Parîsê, di gilînameyê de cih girtin.
TERCÛMAN ŞAŞÎTÎ KIR
Gotina 'Bersûc dema hat girtin li ser wî 325 Euro hebû' ya di gilînameyê de cih girt, tercûman weke 'Bersûc dema hat girtin li ser wî 320.000 Euro hebû' tercûme kir. Li ser vê yekê wekîlan îtiraz kirin û ji bo nîv saetê navber ji rûniştinê re hat dayîn.
JI BO 8'Ê KANÛNÊ HAT TALOQKIRIN
Parêzer li dij derketin, ku li şûna yek ji dadgerên heyeta dadgehê yê nexweş, dadgerekî din bêyî haya wan jê çêbibe, hatiye wezîfedarkirin. Li ser vê yekê, civîn ji bo 8'ê Kanûnê hat taloqkirin.
Parêzerên Alî O. piştî rûniştina dozê daxuyaniyek dan çapemeniyê û bal kişandin ser têkoşîna hêzên parastinê yên Kurd li Şengal û Kobanê li hemberî DAIŞ'ê.
Parêzeran ragihandin ku vî şerê PKK'ê yê li hemberî DAIŞ'ê nêrîna li Kurdan gelekî guherandiye û gotin, "Qedexeya li ser PKK'ê dibe ku di nava demeke kurt de ranebe, lê belê di dozên bi vî rengî de dibe ku li gorî yên berê biryarên cuda bê dayîn."