Rûniştina 'Doza Çapemeniyê ya KCK'ê pêk hat
Rûniştina 13'emîn a 'Doza Çapemeniyê ya KCK'ê pêk hat.
Rûniştina 13'emîn a 'Doza Çapemeniyê ya KCK'ê pêk hat.
Di dozê de ku navê 'Doza Çapemeniyê ya KCK'ê lê hatiye kirini 46 rojnamevan tên darxistin. Rûniştina 13'an a dozê li 3'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê pêk hat.
Di rûniştinê de eşkere bû ku der barê rojnamevan Yuksel Genç de 14'emîn Dadegeha Cezayê Giran a Stenbolê sala 2019'an dozeke nû vekiriye.
Dozger û parêzeran xwestin, kêmasiyên di dosyayê de bên çareserkirin û rûniştin ji bo 22'ê Cotmehê hatin taloqkirin.