Rûniştina Demîrtaş çavê hikumetê tirsand!

Bi hezaran mirov û heyetên ku dixwazin tevlî rûniştina doza Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş bibin tên astengkirin. 1250 parêzer dixwazin Demîrtaş biparêzin.

Rûniştina destpêkê ya doza Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş wê îro li 19. Dadgeha Cezayê Giran pêk were. Dihate payin ku rûniştin li Edliyeya Enqereyê bê kirin, lê berî du rojan hat ragihandin ku wê li salona rûniştinê ya Kampusa Girtîgeha Sîncanê were kirin.

Dadgehê biryar da ku Demîrtaş bi rêya Sîstema Deng û Dîmen (SEGBÎS) tevlî rûniştinê bê kirin. Hatibû ragihandin ku Demîrtaş dixwaze rû bi rû bê darizandin, lewma red kiriye ku bi rêya SEGBÎS'ê tevlî bibe.

Ji bo parastina Demîrtaş 1250 parêzerî serî li dadgehê dan.

BI HEZARAN KESÎ BERÊ XWE DAN ENQEREYÊ; WESAYIT HATIN SEKINANDIN

Bi hezaran kesên ji bo destekê bidin Demîrtaş ji bajarên cuda bi otobusan berê xwe dan Enqereyê, di rê de ji aliyê polîsan ve hatin sekinandin. Otobusên ji Edene, Antalya, Aydin, Êlih, Denîzlî, Amed, Manîsa, Mêrdîn, Mûgla, Osmaniye, Riha û Sêrtê hatin, li pêşiya Enqereyê hatin sekinandin. Tevî hemû astengiyan jî welatiyan xwe gihandin ber Kampusa Girtîgeha Sîncanê û li vir li benda destpêkirina rûniştinê man.

Walîtiya Enqereyê ragihandibû ku rojên 6-7'ê Kanûnê ku rûniştinên dozên Fîgen Yuksekdag, Selahattîn Demîrtaş û Îdrîs Balûken hene, qedexe kir ku li ber Edliyeya Enqereyê û Girtîgeha Sîncanê çalakî neyên lidarxistin.

ÇAPEMENÎ Û HEYETÊN NAVNETEWEYÎ TÊN ASTENGKIRIN

Di vê navberê de ji rojnamevanên ku xwestin bikevin salona rûniştinê û dozê bişopînin, polîsan Qerta Zer a Çapemeniyê pirsîn. Rojnamevanên ku Qerta Zer a Çapemeniyê pê re nînin, nekarîn bikevin salonê.

Polîsan bi gotina "Ajansa Mezopotamya bi ti awayî nikare bikeve salona rûniştinê, fermanek bi vî rengî heye", nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê ji be salonê dûr xistin.

Heyetên navneteweyî yên ji bo şopandina rûniştina Demîrtaş hatine ber Kampusa Girtîgehê ya Sîncanê ev in: Kamara Lordan a Kraliyeta Yekbûyî, Partiya Karker a Îngilîstanê, Partiya Çep a Fransayê, Partiya Komunîst a Fransayê, Tevgera Demokrat û Pêşverûyan a Îtalyayê, Partiya Sosyal Demokrat a Swêdê, Partiya Sor a Norwêcê, Partiya Sosyal Demokrat a Norwêcê, SYRÎZA ji Yewnanîstanê, parêzer û aktîvîstên mafên mirovan ji Îngilîstanê, Partiya Sosyal Demokrat a Elman, Koma Çep a Parlamenta Ewropayê, Sînn Feîn ji Îrlandayê, Partiya Karker a Îngilîstanê, Sendîkaya Giştî ya Brîtanyayê, Koma Yekîtiya Kesk-Sor a Danîmarkayê û Partiay Lîberal a Danîmarkayê."

Hat ragihandin ku destûr ji heyetan re nayê dayin ku dozê bişopînin.

RÛNIŞTIN WÊ JI ALIYÊ JINAN VE BÊ ŞOPANDIN

Wê destûr bê dayin ku tenê 100 kes bikevin salonê. Li ser vê yekê rêveberên partiyê jî biryar dan ku 100 kesên karibin dozê bişopînin, tenê jin bin.