Rûniştina biryarê ya Qetlîama Enqereyê bi parastinan domiya
Rûniştina biryarê ya Qetlîama Enqereyê bi parastina bersûc û parêzan domiya.
Rûniştina biryarê ya Qetlîama Enqereyê bi parastina bersûc û parêzan domiya.
Bersûcê Qetlîama Enqereyê Mehmedîn Baraç henekê xwe bi beyanên parastinên parêzeran kir û bersûc Halîl Îbrahîm Alçay jî diyar kir ku têkildarî wî giliyekî sûc hatiye kirin û dozger jî got ku, “Ev qisûra pergala hiqûqa me ya Tirkiyeyê ye.”
Mehmedîn Baraç di dema parastina xwe de ji bo qetlîama 10’ê Cotmehê got ‘teqîna li garê’ û malbatên mexdûran nerazîbûn nîşandan û gotin ku ‘ev qetlîam e.’
Bersûc Halîl Îbrahîm Alçay jî ji bo xweparastinê dem xwest. Alçay diyar kir ku ew ne Ebû Hûzeyfe ye û navê wî di lîsteya nota MÎT’ê de tun ya ku MÎT’ê têkildarî qetlîamê di 10’ê Sibata 2016’an de agahî dabû Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê.
Halîl Îbrahîm Alçay got piştî mehekê vê carê navê wî di agahiyekê ku ji Wezareta Karê Hundir re hatî şandin weke xwekûj derbas bûye û dema ku di rojnameya Cûmhûriyetê de weke nûçe derbas bûye serî li dozgeriyê daye. Halîl Îbrahîm Alçay got dozger jê re wiha gotiye; “Ev dozeke mezin e. Kesên sûcdar bê sûc hemû tên darizandin. Ev jî şerma hiqûqa me Tirkan e.”
Parêzerên gazindker ev hişyarî da serokê dadgehê; “Dema ku bersûc heqaretê li parêzeran dikin divê hûn bêdeng nemînin yan axaftina wî bibirin yan jî tişta pêwîst bikin.” Piştre bersûc Yakûp Şahîn û Îbrahîm Halîl Akçay daxwaza demê kirin û meqamê îdîaya raya xwe pêşkêş kir. Di rayê de bi hinceta ku dema pêwîst hatiye dayîn hat xwestin ku daxwaza wan bê redkirin. Heyeta dadgehê biryara xwe ya têkildarî rayê eşkere kir û daxwaza demê red kir.
Piştre parêzerê Esîn Altûntûg yê ku hevjînê wî Îbrahîm Halîl Durgûn xwekujên komkujiya Gara Enqerê di wesayîta xwe de rakirî û di dema operasyonê de bombeyên li xwe pêçandî teqand, Huseyîn Yilmaz parastin kir. Parêzer parastinên berê dubare kir û îdîa kir ku tu girêdanên muwekîla wî bi rêxistinên terorê re nîne û daxwaza beratê kir. Piştre bersûc Esîn mafê axaftinê girt. Esîn poşmaniya xwe anî ziman.
Piştî parastinan rûniştina dozê ya îro bi dawî bû. Doz wê sibê bidome.