Rûniştina biryardanê ya Komkujiya Enqereyê dewam dike

Rûniştina biryarê ya doza Komkujiya Enqereyê dewam dike.

Rûniştina biryarê ya doza Komkujiya Enqereyê li Salona Dadgehê ya Girtîgeha Sîncanê di roja duyemîn de ye. Tedbîrên tund ku doh rê li ber nerazîbûna parêzerên gazinkeran û xizmên qurbaniyan vekir, îro zêdetir kirin.

Parlamenterên HDP'yî Kemal Bulbul, Ayşe Acar Başaran, Oya Ersoy, Celadet Gaydali, parlamenterê CHP'yî Mahmût Tanal û parêzer tevlî bûn. Rûniştina dozê bi niraxndina hiqûqî ya parêzerên gazinkeran dewam dike.

'DEWLET KURDAN Û ELEWIYIAN WEKE DIJMIN DIBÎNE'

ParAêzer Ertûgrûl Cem Cîhan ku bi navê CHP'ê tevlî dozê bû, diyar kir ku bi rakirina dozê ji bo Sîncanê parêzer û malbat careke din hatine mexdûrkirin. Ertûgrûl Cem Cîhan got, "Tedbîrên ewlekariyê ji tedbîran wêdetir bûne zexteke li pêşiya malbatan asteng."

Cîhan destnîşan kir ku bi komkujiya hate kirin û helwesta li dadgehê re eşkere dibe ku dewlet Kurdan, Elewiyan û çepgiran timî weke dijmin dibîne.

Mûrat Yilmaz jî anî ziman ku bi navê Komeleya Hiqûqnasên Hemdem a biryarnameyê hatiye girtin dixwaze tevlî dozê bibe û got, "Li dijî mirovahiyê sûcekî mezin hatiye kirin. Bi cezakirina 3-4 kesan ev doz nayê girtin."

'DEWLET HEWL DIDE KOMKUJIYÊ BINIXUMÎNE'

Yilmaz diyar kir ku dewlet hewl dide vê komkujiyê binixumîne û ev tespît kir: "Eger li deverekê dewlet hewl dide meseleyekê binixumîne, ev tê wê wateyê ku bêhneke genî ji wir tê." Yilmaz da xuyakirin ku ew ji darizandinê bawer nakin û got, "Ji bo me ya girîng encam e. Niyeta we me eleqedar nake. Berpirsyarên rasteqîn hatin eşkerekirin, ya na? Bala me li ser vê yekê ye. Dibe ku hûn vê darizandinê biqedînin, lê ev ê ji bo me neqede."

Bi navê Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz a bi biryarnameyê hatiye girtin parêzer Alîşan Şahîn jî heman endîşe û fikarên xwe anî ziman û got, "Faşîzm li Tirkiyeyê xwe gihandiye nava her qada civakî. Pêwîste dadgerî pêşî li vê bigire. Naxwe wê hîn gelek komkujî rû bidin."

Şahîn ji heyeta dadgehê re got, "Ji bo hûn siberojê nebêjin xwezî, ji bo hûn poşman nebin, biryarên di cih de bidin."

Parêzer Ahmet Ozer jî rêxistina DAÎŞ'ê nirxand û destnîşan kir ku DAÎŞ rêxistineke gladio ye.