Rundschau: Erdogan benzîn li agir kir; Ocalan aram kir

Rundschau: Erdogan benzîn li agir kir; Ocalan aram kir

Dewleta Tirk tevî hemû bangên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û KCK’ê helwestek li aliyê şer nîşan dide. Hikûmeta AKP’ê û artêşa Tirk ku piştgiriyê dide çeteyên DAIŞ’ê yên li Kobanê şer dikin, li Elmanyayê ji aliyê rojnameya Frankfurter Rundschau hate destgirtin.

Rojnameyê bal kişand ser rola Ocalan a der barê bêdengbûna rewşa protestoyên Kobanê ku bi dehan kes mirin û got ku Erdogan PKK’ê bi DAIŞ’ê re dike yek û bi vê benzîn li agir dike.

Rojnamevanê Elman Frank Nordhausen ji bo rojnameya Frankfurter Rundschau  nûçeya bi ser navê ‘Tirkiye li aliyê DAIŞ’ê ye?’ weşand û got ku balafirên şer li Colemêrgê êrîşî qadê gerîlayan dikin. Nordhuasen her wiha bêdengiya siyasetmedarên Rojavayî ya li dijî Tirkiyeyê ku piştgiriyê dide DAIŞ’ê, rexne kir û diyar kir artêşa Tirk bi awayekî cuda dikeve vê rewşê.

Nordhausen destnîşan kir ku cara yekem jetên Tirk di dema pêvajoya agirbesta PKK û hikûmeta AKP’ê de, qadên gerîla bombebaran dike û got: “Ya balkêş jî ev e ku ev êrîş beriya pêvajoya ultîmatona ku Ocalan daye hikûmetê pêk hat.”

PÊNGAVÊN HIKÛMETÊ NE BERBIÇAV IN

Nourdhausen bi lêv kir ku Ocalan ji bo qedandina pêvajoya çareseriyê heta roja Çarşemê daxwaza pêngavên berbiçav kiriye û got: “An jî wê pêvajoya agirbesta di navbera PKK û artêşa Tirk de ku salek û nîve berdewam dike bi dawî be.

Hikûmeta Tirk heta niha radyoyek taybet û hinek tiştên din ên baş kir. Lê pêngavake wan a berbiçav  tune. Kurd li dijî helwesta hikûmeta Tirk ku piştgiriyê dide çeteyên DAIŞ’ê matmayî ma. Leşkerên Tirk her cure alîkariya ji bo Kobanê asteng dike. Ji ber vê jî hêrsa Kurdan mezin bûye.

ERDOGAN BENZÎN LI AGIR DIKE

Nerazîbûnên gelê Kurd ji aliyê Serokkomar Erdogan ve hatiye sorkirin û Erdogan PKK û DAIŞ wekhev girtiye.

Di bûyerên li Bakurê Kurdistanê pêk hatine de kes mirin û di vir de rola Ocalan gelek girîng bû. Ger ku Ocalan banga bêdeng bin nekiriba, ev pevçûn wê zêde bûna. Dîsa jî Erdogan PKK û DAIŞ wekhev girt û agir li benzînê kir.

Hikûmeta Tirk ji ber ku YPG’ê nêzî PKK’ê dibîne, şerê li Kobanê jî wek şerê di navbera du komên terorîst de dibîne û bombebarana artêşa Tirk a duh jî nîşan dide ku dewleta Tirk alîgirê DAIŞ’ê ye.