Roth: Divê tu kes çekan nefiroşe Tirkiyeyê 

Heyeta HDP’ê îro li meclîsa Elmanyayê ya federal têkildarî Efrînê hin hevdîtin kir. Alîkara Serokatiya Meclîsê Claûdîa Roth got ku, “Divê tu kes çekan nefiroşe Tirkiyeyê.” 

Ji bo balkişandina operasyona dagirkeriyê ya Efrînê li ser navê HDP’ê heyetek îro çû serdana Partiya Çep, Partiya Demokratên Sosyal (SPD) û Partiya Keskan. Endamê heyeta Îmraliyê Hatîp Dîcle, parlementerên HDP’ê Faysal Sariyildiz, Tûba Hezer, Nûrsel Aydogan û Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret di heyetê de cih girtin. Heyetê li meclîsê bi gelek partiyan re hevdîtin pêk anî.

Şandeyê bi alîkara serokê meclîsa Federal Claûdîa Roth re hevdîtin pê anî û piştre daxuyaniyeke çapemeniyê da. Roht, wekîla Partiya Keskan êrîşa  li  ser Efrînê şermezar kir, got divê ti kes çekan nefiroşe Tirkiyê û got, ‘Divê çekan nefiroşin wan welatên ku mafê mirovan lê têne binpêkirin.’’ Roth bal kişande ser qerneya mafê mirovan a Erdogan.


ROTH: EM Ê LI MECLÎSÊ LI SER EFRÎNÊ BIAXIVIN
Roth diyar kir ku êrîşên li ser Efrînê wê vê heftiyê gotûbêj bikin û got, ‘’Em nikarin bibêjin ku li Tirkiyê mafê mirovan heye û divê Elmanya çekan nefiroşe welatekî wiha. Li Tirkiyê parlamenter, şaredar, nûçegihan û zanyar di girtîgehan de ne.’’
Roth diyar kir ku bi şandeyê re ew bi li ser qeyûman û rewşa akademîsyenên ku banga aştiyê kirine jî axivîne û bi domdarî got:
 ‘’Ez Hatîp Dîcle ji salên 80’yî ve nas dikim, 1989’an bi wî û Vedat Aydin re me hev dît. Min pêvajoya girtina Ahmet Turk, Leyla Zana, Hatîp Dîcle û hevalên wan şopand, ez şaş mam ku dîsa vegera li wê demê çêbûye. Tirkiye di ‘dejavû’yê de ye, divê Elmanya û Ewropa li dijî vê rewşê siyastekê bike.’’


DÎCLE: EFRÎN TEKANE BAJAR BÛ KU NEHATIBÛ HILWEŞANDIN
Dîcle tiliya xwe pê ve kir ku Efrîn li Sûriyê tekane bajar bû ku nehatibû hilweşandin û got: ‘’Dema ku li Sûriyê şer dest pê kir ev bajar ji hêla leşkerên rejîmê ve hate valakirin. Piştre weke li herêmên dî bûyî li vir jî kanton hate ragihandin. Efrîn mînyatûra biçûk a Sûriyê ye. Gelek bawerî li vir hene. Niha bi êrîşên giran dixwazin Efrînê bidin valakirin. Armanc jî ew e ku bi komên ku ji Idlibê anîn bi avaniya demografîk bilîzin.’’
Şandeya ku ji parlamenterên HDP’ê, akademîsyen, nûçegihan û hunermendan pêk tê, li Berlînê hevdîtinên xwe didomîne.