Rojnameya Yenî Yaşamê dest bi weşana xwe kir
Rojnameya Yenî Yaşamê ya ku îro dest bi weşana xwe kirî, armanc dike ku xeteke pirreng li ber xwe deyne. Her wiha bibe dengê zarok, ciwan, jin, kedkar, karker û xwendekaran.
Rojnameya Yenî Yaşamê ya ku îro dest bi weşana xwe kirî, armanc dike ku xeteke pirreng li ber xwe deyne. Her wiha bibe dengê zarok, ciwan, jin, kedkar, karker û xwendekaran.
Rojnameya Yenî Yaşamê îro dest bi weşana xwe kir. Hijmara pêşî bi manşêta ‘’Fatore li gel birîn’’ derket, ku li ser zêdebûna nirxê dowîzan û bandora wê ya li gel sekiniye.
Qedroya rojnameyê ji 40 nivîskarî pêk tê, ku di nav wan de kesên mîna Yildirim Turker, Celal Başlangic, Mucella Yapici, Beyza Ustun, Sirri Sureyya Oner, Murat Uyurluk, Eren Keskîn, Fîkret Başkaya, Dîren Cevahîr Şen û Nesrîn Nas hene.
Di rûpele pêşî ya rojnameyê de, di nivîsa edîtorî de tê gotin, "Yenî Yaşam (‘’Jiyana Nû’’) çiye? Jiyana Nû xwedîderketina li heq û azadiyan e. Jiyana Nû bêyî cihêkariya nîjadî, zimanî, dîn, mezheb û zayendî were kirin hurmeta li wan e. Yenî Yaşam heta dawiyê dilsoziya rastagahdarkirina civakê ye. Yenî Yaşam tawîznedana ji etîka çapemeniyê ye. Yenî Yaşam derketina li dijî her cure sansüre ye. Yenî Yaşam di hemû şertan de parastina azadiya çapememniyê ye. Rêya me, rêya we vekirî be."