Rojnamevanên Îtalî yên hatibûn revandin serbest hatin berdan
Rojnamevanên Îtalî yên hatibûn revandin serbest hatin berdan
Rojnamevanên Îtalî yên hatibûn revandin serbest hatin berdan
Rojnamevanên Îtalî yên çend roj berê li Sûriyeyê hatibûn revandin, hate ragihandin ku hatine berdan.
Wezareta Derve ya Îtalyayê daxuyaniyek kurt da û ragihand ku, heftiya borî li Sûriyeyê li nêzî sinorê Tirkiyeyê rojnamevanên hatibûn revandin serbest hatin berdan.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku, niha rojnamevan li Tirkiyeyê ne.
Li gorî nûçeyên di çapemeniya Îtalyayê de derketîn hate aşkera kirin ku, yek ji rojnamevanan xebatkarê televîzyona RAI’ ye. Ji wana du rojnamevan serbest dixebitin, jinek rojnamevan ya Sûriyeyî jî ji bo rojnameyek ya Îtalyayê çûye Sûriyeyê.