Rojnamevanê Suryanî Nûrî Kîno hêjayî xelatê hat dîtin

Rojnameya Dagen a li Swêdê tê weşandin, rojnamevanê Asûrî-Suryanî Nûrî Kîno yê ku rêxistinbûyîna bi navê "A demand for action" ava kir, hêjayî "Xelata Mirovê Mînakdar ê Salê" dît.

Rojnameya Dagen a li Swêdê tê weşandin, rojnamevanê Asûrî-Suryanî Nûrî Kîno yê ku ji bo destekkirina Asûrî-Suryanî, Êzidî û hindikahiyên din ên li zext û êrîşa çeteyan rast tên rêxistinbûyîna bi navê "A demand for action" ava kir, hêjayî "Xelata Mirovê Mînakdar ê Salê" dît.

Piştî ku çeteyên DAIŞ û El Nûsra yên ser bi El Qaîdeyê li Iraq û Sûriyeyê êrîşî Êzidî, Asûrî-Suryaniyan kirin, Kîno pêşengî ji avabûna rêxistinbûyîna bi navê "A demand for action" re kir.

Saziya ku navenda xwe li taxa Sodertelje ya Stockholmê ye, ku gelek Asûrî-Suryanî lê dijîn, ji bo alîkariyê bide hindikahiyên li êrîşên DAIŞ'ê rast tên, ji berhevkirina kincan heta organîzekirina galayan gelek çalakiyan lidar dixe.

Kîno ku ji Qesra Spî heta Sydneyê, ji bo rewşa Asûrî-Suryanî û Êzidiyan ji raya giştî ya cîhanê re ragihîne li gelek deverên cîhanê semîner û konferans lidar dixe, di axaftina xwe ya li merasîma xelatwergirtinê de ji Yekîtiya Ewropa û DYA xwest ku qebûl bikin li Iraq û Sûriyeyê Êzidî û Asûrî-Suryanî rastî qirkirinê hatine.