Rojnamevanê Fransî Laûp Bûreaû hate berdan
Rojnamevanê Fransî Laûp Jean Bûreaû ê li Şirnexê hatî girtin, di rûniştina yekem a doza di derbarê wî de hatî vekirin de, hate berdan.
Rojnamevanê Fransî Laûp Jean Bûreaû ê li Şirnexê hatî girtin, di rûniştina yekem a doza di derbarê wî de hatî vekirin de, hate berdan.
Rûniştina doza yekem a Rojmanevanê Fransî Laûp Jean Bûreaû yê dema ji Herêma Başûrê Kurdistanê di deriyê Sînorê Xabûr re derbasî navçeya Silopiya ya Şirnexê bibû hate binçavkirin û 2’yê Tebaxê hate girtin û şande Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê, destpê kir. Rûniştina Bûreaû yê ku bi hinceta “Alîkarîkirina rêxistinê û cih dayînê” tê darezandin, li 3’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê hate destpêkirin.
Piştî parastina hate kirin û şûnde Bûreaû, hate berdan.