Rojnamevanê DÎHA’yê Dogrû hat girtin

Rojnamevanê DÎHA’yê Mûhammed Dogrû, piştî 15’ê Nîsanê li gel hevaleke xwe hatibû binçavkirin, îro ji aliyê dadgehê ve hate girtin.

Rojnamevanê DÎHA’yê Mûhammed Dogrû, piştî 15’ê Nîsanê li gel hevaleke xwe hatibû binçavkirin, îro ji aliyê dadgehê ve hate girtin.

Li Sakarya di serdegirtinên tîmên Şaxa TEM’ê yên 15’ê Nîsanê,  rojnamevanê DÎHA’yê Mûhammed Dogrû jî di nav de 11 xwendekarên Zanîngeha Sakaryayê hatibûn binçavkirin û biribûn Midûriyeta Emniyeta bajêr. Piştî îfadeyên Dogrû û xwendekarên din, îro sewqî dozgeriyê hatin kirin.

Xwendekarên ku li dozgeriyê îfadeyên wan hatin girtin, bi hinceta “Endamê rêxistinê ne” û “Propagandaya rêxistinê kirine’ bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.

Ji xwendekarên hatibûn binçavkirin li gel Mûhammed Dogrû,der barê 6 xwendekarên bi navê Fîlîz Yavûz, Saliha Aras, Semîh Batikan, Nesîha Soydan û Leyla Ayalp biryara girtinê hat dayîn. 5 xwendekarên din jî serbest hatin berdan.

Li gel Dogrû yê hate girtin jimara rojnamevanên DÎHA yên di girtîgehan de ne gihişt 8 kesan.