Rojnamevana Swêdî Hammargren: Zordarên Erdogan li kolanan terorê dimeşînin

Rojnamevan Bîtte Hammargren diyar kir ku ji ber polîtîkaya şer a AKP'ê, gel, çapemenî û siyasetemdar hedef tên girtin.

Nûçegihana Rojnameya Svenska Dagbladet a Rojhilata Navîn rojnamevana bi tecrûbe Bîtte Hammargren ji bo gotara xwe ya îro serenavê "Azadiya çapemeniyê ya li Tirkiyeyê tarî dibe" bi kar anî.

"TIRSA BÊ CEZAKIRIN NÎNE; TERORÊ DIMEŞÎNIN"

Hammargren di gotara xwe de da xuyakirin ku zordarên ser bi Serokkomarê Tirk Recey Tayyîp Erdogan  ên dişibin holîganên bi kincê sivîl ê Husnu Mubarek, tirsa wan a bê cezakirin nîne û terorê dimeşînin.

Rojnamevan got, "Reşahî xwe berdide ser Tirkiyeyê. Hînê wext heye, dem bê vegerandin. Lê belê di demeke gelekî nêz de dibe ku dereng be. Akademîsyen, rojnamevan, siyasetmedar û karsazên bi erênî li Erdogan û helwesta wî ya dixwaze bi serokatiyê welêt bi temamî kontrol bike nanihêrin, dikevin nava tarîtiyekê. Tê xwestin ku rojnamevanên biyanî yên rewşa şerê di navbera PKK û leşkeran de ji raya giştî re ragihînin, bên bêdengkirin." Hammargren da xuyakirin ku vê tarîtiyê xwe berdaye ser karmendên dewletê jî, ku nelirêtiya nizmên Erdogan lêkolîn dikirin.

'RÎSKA REWŞA AWARTE HEYE'

Hammargren da zanîn neteweperestên alîgirê AKP'ê li gelek deverên welêt êrîşî 120 avahiyên HDP'ê kirine û got, "Ji tecrûbeyên xwe em dizanin ku di şerê navbera artêşê û PKK'ê de ti kes qezenç nake."

Hammargren wiha dewam kir: "Lê belê hin hêzên cuda dikarin di vir de bi ser bikevin. Cîhadperest û DAIŞ ên li Sûriyeyê bi vî rengî ji dijminê xwe yê herî xetere xilas dibin. Erdogan jî hesap dike ku li welatekî bê îstiqrar dikare hilbijartinê qezenç bike. Li Başûrrojhilat rîska rewşa awarte heye."

Hammargren bal kişand ser êrîşên AKP û Erdogan ên li hemberî çapemeniyê û diyar kir ku pêwîstî bi medya û akademîsyenên serbixwe heye.