Rojnamevana MÎT ew ajan îlan kir, di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji destt da

Rojnamevana MÎT ew ajan îlan kir, di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji destt da

Rojnamevan Serena Shim a MÎT ew bi ajantiyê sûcdar kir û anî ziman ku ew ji girtinê ditirse, li Rihayê qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da.

Nûçegihana qenala televîzyona fermî ya Îranê ya bi Îngilîzî weşanê dike Press TV Serena Shim a bi welatiya Amerîkî ku bi eslê xwe ji Libnanê ye, li navçeya Riha Pirsûsê di encama qezayeke trafîkê de jiyana xwe ji dest da.

Serena Shim roja Înê beşdarî weşana Press TV bû û ragihandibû ku Rêxistina Îstîxbarata Millî (MÎT) wê bi sîxurtiyê sûcdar dike û ew ji girtinê ditirse. Shim dabû yakirin ku di destê wê de dîmen hene ku nîşan didin di nav 'konvoya alîkariyê' ya ji Tirkiyeyê diçe Sûriyeyê de endamên DAIŞ'ê hene.

Press TV a Shim lê dixebitî da xuyakirin ku qeza cihê gumanê ye û bibîr xist ku MÎT'ê gef li nûçegihana wan xwariye. Di qezayê de kameramanê Press TV Judy Irish jî birîndar bû û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê. Ajokarê mîksera beton jî hat binçavkirin.

Di daxuyaniya li malpera înternetê ya Press TV de cih girt hat gotin, "Li Kobanê û derdora wê pevçûnên dijwar diqewime. Hikûmeta Enqere jî li pêşiya rojnamevanên hewl didin li ser sînor nûçegihaniyê bikin, dibe asteng." Serena Shim jî gotibû, "Hikûmeta Tirk min bi mûxalefeta Tirk sûcdar dike."