Rojnamevan Yildiz piştî tahliyebû rojekê li dozgeriyê ye

Rojnamevan Yildiz piştî tahliyebû rojekê li dozgeriyê ye

Nûçegihanê ANF’ê Îsmaîl Yildiz ku di encama operasyona di dîrokê de herî mezin ya li dijî rojnamevana hatî girtin û roja Înê tahliye bû, bi hinceta ku ji ber sedema di dozek ya li Edeneyê de têlêgerîn careke din hate binçavkirin û îro derdikeve dozgeriyê.

Operasyona ku 20’ê Cotmeha 2011’an di bin navê “KCK”’ê de li dijî rojnamevana hate pêkanîn û 33 jê girtî 46 rojnamevan li Kampusa Girtîgeha Sîlîvriyê pêkhat, 7 rojnamevan hatibûn berdan. Ji rojnamevanên girtî 6 jê duh di demjimêrên şevê de ji Girtîgeha Sîlîvriyê hatin tahliye kirin, rojnamevan Îsmaîl Yildiz jî bi hinceta ku di çarçoveya dozek din ya li Edeneyê lêgerîna wî heye nehatibû tahliye kirin.

Roja Înê di demjimêrên dereng yên şevê de Yildiz ji aliyê polîsên Şaxa TEM ya girêdayî Midûriyeta Polîsan ya Stenbolê hate binçavkirin û li Midûriyeta Polîsan ya Stenbolê ya li ser Rêya Vatanê tê girtin. Yildiz di demjimêrên sibehê de ji bo îfade girtinê anîn Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê.