Rojnamevan û siyasetmendarên binçavkirî li edliyeya Çaglayanê ne
Wergirtina îfadeya 51 kesên di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî yên li Stenbolê de hatin binçavkirin qediya û tê payîn ku dozgerî di saetên pêş de biryara xwe bide.
Wergirtina îfadeya 51 kesên di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî yên li Stenbolê de hatin binçavkirin qediya û tê payîn ku dozgerî di saetên pêş de biryara xwe bide.
Wergirtina îfadeya 51 kesên di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî yên li Stenbolê de hatin binçavkirin qediya û tê payîn ku dozgerî di saetên pêş de biryara xwe bide. Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê jî bang li gel kir ku li ber Edliyeya Çaglayanê bicivin.
51 kesên roja Înê li gelek navendên Stenbolê di operasyonên qirkirina siyasî de hatin binçavkirin, piştî ragirtina li emniyetê, derxistin edliyeyê. Wergirtina îfadeyan teavhiya şevê dewam kir. Tê payîn ku dozgerî der heqê wan de biryara xwe îro saet di 10:00 de bide.
Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê bang li tevahiya raya giştî kir ku li ber Edliyeya Çaglayan a Stenbolê bicive.
Tevî edîtorê rojnameya Ozgur Gundemê Hîcran Urun, rêveber û endamên HDP û DBP'ê, nasê kesên hatine binçavkirin wiha ye:
Abdulkerîm Seçkîn, Abdurrahîm Yazol, Alîye Tanriverdî, Atiye Turk, Avniye Tanrikulu, Ayşe Karadag, Betul Katurman, Cafer Aydogmuş, Emîn Acar, Emîn Ank, Engîn Yardimci, Gulay Çelîk, Gulîstan Aydin, Halît Çîftçî, Haluk Agabeyoglu, Huseyîn Gungor, İsmaîl Kurt, Kemal Karagoz, Mecît Aygun, Mehmet Bogakan, Mehmet Demîr, Mehmet Oran, Mîrza Korkmaz, Muzeyyen Açiş, Nasir Tonguç, Nusret Kaplan, Ramazan Kirkpinar, Refîka Kismet, Sebîha Buzan, Senar Ok, Seyfettîn Kaplan, Subutay Açik, Suleyman Meral, Tahîr Kaya, Tengazer Yilmaz, Yusuf Sumelî, Zeynep Arslan, Zemîne Gokçe, Melîha Varişli, Seyfettîn Peker, Perîhan Yokuş, Vadullah Şafak, Muzaffer Kocaman, Kîfayet Yilmaz, Fahîme Konî, Mehmet Yavaş, Ferît Yalçin, Zafer Kirik, Seydî Firat û Mahmut Mete.