Rojnamevan Medîn 'şoreşgerên Rojava' vedibêje
Rojnamevanê Swêdî Joakîm Medîn got, "Li her derê û di her kêliyê de hewl didim vebêjim ku li Sûriyeyê tevî mirin û trajediyan hêviyek jî heye û ev hêvî li Rojava şîn dibe."
Rojnamevanê Swêdî Joakîm Medîn got, "Li her derê û di her kêliyê de hewl didim vebêjim ku li Sûriyeyê tevî mirin û trajediyan hêviyek jî heye û ev hêvî li Rojava şîn dibe."
Rojnamevanê Swêdî Joakîm Medîn ê ku bi nûçeyên xwe yên di medya Swêdê û cîhanê yên li ser Rojava û Kobanê tê naskirin, çavdêriyên xwe yên dawî bi hevpeyvînên bi medya Swêdê û civînên li bajarên cuda re vedibêje.
Medîn, di dawiya hefteyê de li konferanseke partî û komên şoreşger ên Swêdî ya li Stockholmê de axivî. Medîn girîngiya kantonên demokratîk ên Rojava ji bo Kurdan û gelên Rojhilata Navîn û berxwedana li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê vegot. Her wiha gotara wî ya li ser mijarê jî di hejmara dawî ya rojnameya heftane Arbetaren de cihekî berfireh dît.
Di gotara bi serenavê "Şoreşgerên Rojava" de ku rojnameyê di rûpela destpêkê de ji manşetê weşand, rêveçûna sîstema kantonên li Rojava, jiyana rojane ya gelê li kantona Cizîrê û hevpeyvînên bi rayedar û şêniyên herêmê, bi 6 rûpelan hat dayîn.
Di konferansa li Stockholmê de Medîn ragihand ku dema ji avabûna Sûriyeyê heta şerê navxweyî, dema cihêkarî û nîjadperestiya li hemberî Kurdan e û ev yek bi mînakên şênber vegot. Rojnamevan Medîn dûre behsa sîstema gelê Kurd a roja îro ya li Rojava, berxweadna PKK û YPG'ê ya li Şengal û Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ'ê, kir.
DI RÊVEBERIYA KANTONAN DE GELÊN CUDA HENE
Medîn di axaftina xwe de bi giranî li ser rêvebirina sîstema kantonên li Rojava bi taybetî jî kantona Cizîrê rawestiya. Medîn anî ziman ku Cizîr ji bo weke dewletekê bê qebûlkirin xwedî hemû krîterên pêwîst e û destnîşan kir ku ji yekîneya herî biçûk heta ya herî bilind, gelên ji neteweyên cuda di rêveberiya kantonan de xwedî mafê gotinê ne.
Medîn diyar kir ku hêza leşkerî ya ji bo parastina kantonê hatiye avakirin nîşan dide ku sîstema polîtîk a li Cizîrê hîn bêhtir bi pêş ketiye û der barê sîstema parastinê û akademiyên leşkerî de agahiyên berfireh da.
Medîn da xuyakirin ku Akademiya Leşkerî ya Tel Beder di nava 7 akademiyên li Kantona Cizîrê de ya dawî ye, ev akademî di Çileya sala 2015'an de hatiye vekirin, ji aliyê fermandarên Kurd, Çeçen û Ereb ve tê birêvebirin, leşkerên li akademiyê, li şûna kincên gerîla yên li Kobanê, kincên leşkerî li xwe dikin.
WEZÎFEYA ARTÊŞÊ PARASTINA GEL JI ÊRÎŞAN E
Medîn da zanîn ku hêzên HXP ên xwedî dîsîplîn û baş perwerdekirî, peyama biryardariya Şoreşa Rojava ya Xweser dide rejîma Esad û cîhana derve. Medîn destnîşan kir ku wezîfeya artêşa li Cizîrê hatiye avakirin, parastina gel û xaka Kurdistanê ji êrîşên derve ye.
Rojnamevan Medîn anî ziman ku piştî şoreşê li kantonên Rojava atmosfereke çandî ya azad û zindî ava bûye, gelê Kurd ê berê nasnameya wê dihat înkarkirin dest bi rêveberiya xwe bi xwe kiriye û bi qanûnên nû re astengiyên li pêşiya rêveberiya jinan hatine rakirin. Medîn got, "Bi qanûnên wekheviyê re jin ji nişka ve ji xespa 45 salan a dîktatoriya Esad rizgar bûn û bûn xwedî mafê xwe. Nêrînên ku utopîk dihatin dîtin ji nişka ve ketin meriyetê."
ALIYÊ HERÎ XURT Ê ŞOREŞA ROJAVA PERWERDE YE
Medîn diyar kir ku yek ji aliyên herî xurt ên Şoreşa Rojava sîstema perwerdeyê ye. Medîn anî ziman ku ji bo rêxistinbûyîna mirovan, rêveberên kantonê hin rêze entîtu û dibistan vekirine û der barê xebatên Akaemiya Mezopotamyayê de agahî da. Medîn ragihand ku akademî par di meha Îlonê de hatiye avakirin û perwerdeya dîrok û sosyolojiyê dide.
Medîn da xuyakirin ku li her bajarê kantonê akademiyên jin û ziman hatine avakirin û anî ziman ku li van deveran mamoste tên perwerdekirin, li Akademiya Nûrî Dêrsimî beşên felsefe, polîtîka û erdnîgariyê hene. Rojnamevan Medîn destnîşan kir ku ev perwerde hemû bê pere ne û hin ji van perwerdeyan jî mecbûrî ne.
RÊVEBERÊN KANTONÊ DI PERWERDEYA FERZKIRÎ DE TÊN DERBASKIRIN
Hate diyar kirin ku hemû peywirdar, rayedar, burokratên şaredarî û kantonên Rojava, rayedarên polîs û leşkeran di bin perwerdeya sê hefteyan a zayendî, wekhevî, pirsgirêkên dîrokî yên jinan û pêşniyarên çareseriyê, de derbas bûne.
Di gotara ku di rojnameya Arbetaren de cih girtiye de, roportajên ku bi berpirsên perwerde, parastin û şareseriyê re hatine kirin jî cih digirin û daxuyaniyên berfireh ên der barê operasyona rizgarkirina Êzidiyên Şengalê ya ji aliyê YPG-YPJ û PKK’ê ve û her wiha têkildarî berxwedana Kobanê de jî cih digirin.
HÊVÎ LI ROJAVA ŞÎN DIBE
Piştî konferans bi dawîbû şûnde me ji Medîn pirsa ‘ji bo Rojava pergala xwe bidomîne û li dij xetereyan xwe biparêze divê çi bike’ pirsî û Medîn wiha got: “Min her tim gotiye li Sûriyeyê tevî mirin û trajediyan, hêviyek heye û ev li Rojava li her derê şîn dibe. Bi taybet divê hemû cîhan vê bibîne û divê alîkariyê bidin Kurdên ku hîmê vê pergalê avêtine.”
Medîn da xuyakirin ku berxwedana Kobanê bala hemû cîhanê kişandiye û lê piştî berxwedan bi serketinê encam bûye şûnde bêndengiyek serdeste û got: “Li wir tenê berxwedanek leşkerî tine, pergalek adîlane û wekhev heye, divê ev ji rayagiştî ya cîhanê re bê ragîhandin. Kurd di qada dîplomasiyê de pêş ketine.”
PÊŞEROJ DI PERGALA ROJAVA DE YE
“Rayedarên Rojava meha borî bi serokkomarê Fransayê re hevdîtin kirin. Berê, di meha mijdara sala borî de wezîrê karê derve yê berê yê Fransayê çû serdana Kantona Cizîrê. Diyar kir ku geşedanên li Cizîrê, hem li Sûriyê û hem jî li Rojhilata Navîn hêviyê didin. Ev hemû bo Kurdan pêngavên mezinin û divê bê pêşxistin.”
Medîn da zanîn ku divê hemû partî û komên şoreşger bûyer û pêşketinên li Rojava ji rayagiştî ya cîhanê re vebêje û nîşan bidin ku li Rojava ne tenê şer û gerîla, di heman demê de pergalek adîlene heye nîşan bidin, peywirek piştgiriya pergalê dikeve ser milê wan. Medîn got: “Li şûna ku gerîlayên jin romantîze bikin, divê balê bikişînin ser rêxistibûna gel û pergala li wir. Pêşeroj li wir e.”