Rojnamevan Ceyhan hate girtin

Xebatkarê Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê Bariş Ceyhan ê ku têkildarî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker li ser Efrînê parvekirin di tevna civakî de kirîbû, hate girtin.

Xebatkarê Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê Bariş Ceyhan ku di çarçoveya parvekirinên medyaya civakî yên der barê Efrînê de der bar ê wî de biryara binçavkirinê hatibû dayîn, hate girtin.

Di çarçoveya parvekirinên li ser medyaya civakî yên der barê êrîşên li ser Efrînê de, xebatkarê Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê Bariş Ceyhan û Huseyîn Gokdemîr hatin binçavkirin û dozgeriyê bi daxwaza girtinê ew sewqî dadweriyê kir. Dadweriya Cezayê Sulhê ya Nobedar der barê Gokdemîr de biryara berdana bi şertê venêrîna edlî da û bi îdiayên “propagandaya rêxistinê” û “teşwîqkirina gel a ber bi kîn û nefretê” der barê Ceyhan de jî biryara girtinê da. Ceyhan şandin Girtîgeha Sîncanê.