Rojnamevan Baysal: Dengê aştiyê ê li rojavayê welêt qels e

Rojnamevan Baysal diyar kir ku demeke mîna salên 90'î rû daye û got, "Cografya Kurdan careke din tê talankirin, bombe li ser wan tên barandin. Li taxan pevçûn diqewimin."

Rojnamevan Baysal diyar kir ku demeke mîna salên 90'î rû daye û got, "Cografya Kurdan careke din tê talankirin, bombe li ser wan tên barandin. Li taxan pevçûn diqewimin. Vê carê zarokên Kurdan ên di salên 90'î û 2000'î de ji dayik bûne, dimirin."

Rojnamevan, nivîskar Nûrcan Baysal ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku AKP a pêvajoya çareseriyê rawestandiye, şerekî topyekûn îlan kiriye. Baycan ragihand ku pêvajo ji destpêkê ve baş birêve neçûye û destnîşan kir, ku piştî Adara 2013'an wergirtina cerdevanên nû, çêkirina qereqol û kalekolên nû, di nava gel de rê li ber bebaweriya ji pêvajoya çareseriyê afirandiye.

"MIJARA ÇARESERIYA PIRSGIRÊKA KU BAŞ NEHAT NIRXANDIN"

Baysal da xuyakirin ku pirsa "Dewlet çima bi jenderme, polîs, qereqol û kalekolan bi ser welatiyên dixwaze pê re li hev bike diçe" di hişê mirovan de ye û got, "Di tevahiya pêvajoyê de di ti aliyên pirsgirêka Kurd de; ji aliyê perwerdeya bi zimanê dayikê, kuştinên kiryar nediyar, rûlihevhatine bi paşerojê û mijara sosyo-ekonomîk de ti gav nehatin avêtin. AKP'ê salên 2013-2015'an ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd baş nenirxand. Li van hemûyan helwesta hikûmetê ya li hemberî Kobanê zêde bû û ev yek bû sedem ku di nava Kurdan de bêbawerî ji hikûmetê, derkeve holê."

"XWERÊVEBERÎ MAFÊ KURDAN E"

Baysal anî ziman ku xwerêveberî mafê Kurdan e, pirsgirêka Kurd ji xwe pirsgirêka xwebirêvebirinê ye û got, "Li gorî min ev mijar, mijareke ku pêwîste di dema pêş a pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd de were nirxandin."

"BIBE KURDÊ LI GORÎ DILÊ MIN"

Baysal da zanîn ku demek dişibe ya salên 90'î heye û got, "Cografya Kurdan careke din tê talankirin, bombe li ser wan tên barandin. Li taxan pevçûn diqewimin. Vê carê zarokên Kurdan ên di salên 90'î û 2000'î de ji dayik bûne, dimirin. Mirov dema diçe nan werbigire, yan jî li ser banê xaniyê xwe radizê, tê kuştin û kiryar mîna her carê 'ne diyar' e. Dewlet careke din Kurdan weke 'dikarin bên kuştin, dikarin bên windakirin' dibîne. Bombe li vê derê li ser jiyana Kurdan dibarin. Dewlet careke din ji Kurdan re dibêje 'bibe Kurdê li gorî dilê min', 'qîma xwe bi ya ez didim bîne'. Halbûkî meselay Kurd meseleya Kurdbûyînê ye, piştî bi deh hezaran windahî û êşên mezin êdî meseleya rûmetê ye. Û ji ber vê meseleya rûmetê, divê nêzîkatiyeke hesas were nîşandan."

"DENGÊ AŞTIYÊ YÊ LI ROJAVAYÊ WELÊT QELS E"

Baysal da xuyakirin ku dengê "aştiyê" yê li rojavayê welêt qels e û destnîşan kir ku divê çalakiyên bêîteatiya sivîl ên berfireh werin lidarxistin. Ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê jî Baysal got, "Der barê ewlekariya hilbijartinê de gumanên min ên cidî hene. Ji xwe li zêdeyî 140 herêman di bin navê "herêma ewlekariyê" de rewşa awarte (OHAL) heye. Di rewşeke bi vî rengî de ne bawerim hilbijartineke baş pêk were. Tevî van hemûyan jî ji bilî girêdana bi aştiyê ve, ti çareyeke me nîne."