‘Rojnamegerî temînata demokrasiyê ye’

Rojnamegeran bi minasebeta 3'yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniya Cîhanê meş li dar xistin û diyar kirin ku Tirkiye di azadiya çapemeniyê de di nava welatên cihanê de di rêza 154'an de cih digire.

Rojnamegeran bi minasebeta 3'yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniya Cîhanê meş li dar xistin û diyar kirin ku Tirkiye di azadiya çapemeniyê de di nava welatên cihanê de di rêza 154'an de cih digire û wiha got: "Azadî oksîjena rojnamegeriyê, rojnamegeriya azad jî temînata demokrasiyê ye. Em bang li hemû kesên Tirkiyeyekî azad û demokratîk bixwazin divê ji bo rojnamegeriyê rabin ser piyan dikin."

Platforma Azadiya Rojnamegeran, G9, Cemiyeta Rojnamegerên Tirkiyeyê, Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê, Komeleya Rojnamegerên Hemdem, û DÎSK Basin-Îş'ê têkildarî 3'yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniya Cîhanê ji Tunelê heya Qada Galatasarayê meş li dar xistin. Sekretera Giştî ya DÎSK'ê Arzu Çerkezoglu, Namzetê HDP'ê yê Stenbolê Tahsîn Yeşîldere, Namzetê CHP'ê Gursel Tekîn, endamên rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeriyê û gelek kesên din tevlî meşê bûn. Di meşê de pankarta "Heke çapemeniya azad hebe civaka azad heye" hate vekirin û dowîzên, "Çapemeniya azad civaka azad", "Ji rojnamegeran re azadî", "Rojnamegeriya bi erêkirina serokwezîr nabe" hatin hilgirtin û dirûşmên "Çapemeniya azad bêdeng nabe", "Ji çapemeniyê re na ji dizan re barîkat" û "Bêdeng nemîne wê dora te bê" hatin berzkirin. Li Qada Galatasarayê li ser navê rojnamegeran Berdevkê Platforma G9'ê Dogan Tiliç daxuyanî xwend.

TIRKIYE DI AZADIYA ÇAPEMENIYÊ DE DI RÊZA 154'AN DE YE

Tiliç diyar kir ku azadî oksîjena rojnamegeriyê ye û rojnamegerî jî temînata demokrasiyê ye. Tiliç bal kişand ser zextên di serdema AKP'ê de yên li ser rojnamegeran û wiha got: "Kesên karîkaturan xîz dikin û twîtt dikin rastî sûcdariya ku heqaret li serokkomar kirine tên. Rojnamegerên nûçeyan dinivîsin û manşetan diavêjin bi sûcdariya gel sor dikin tên. Rojnamegerên belgefîlîman dikêşin jî rastî sûcdariya propagandeya rêxistinê dikin tên. Tirkiye di azadiya çapemeniyê de di cîhanê de di rêza 154'an de ye. Em di van şertan de 3'yê Gulanê pêşwazî dikin."

LI TIRKIYEYÊ 21 DI GİRTÎGEHAN DE NE

Tiliç da zanîn ku hê di girtîgehan de 21 rojnameger hene û der barê sedan rojnamegeran de jî bi hezaran doz hatine vekirin û wiha axivî: "Ligel vê yekê em xwediyê hikûmeteke li her derê dibêje ew xwedî çapemeniyeke azad in. Pîşeya rojnamegeriyê pirs pirsîn e. Hikûmet dixwaze em rojnamegeriya pirsan neke bikin." Tiliç, bilêv kir ku hikûmet ji rojnamegerên pirsan dikin û li ser medyaya civakî heman kar dikin rastî lîncê tên. Tiliç bal kişand ser rojnamegeriya akredîtasyonê û wiha got: "Bi pêkanîna akredîtasyonê mekanên mafê gel ê agahdariyê asteng dikin û mekanên aîdî gel ji rojnamegerên muxalîf digirin. Hewşên mizgeftan jî bi pêkanîna akredîtasyonê digirin."

'AZADÎ OKSÎJENA ROJNAMEGERIYÊ YE'

Tiliç destnîşan kir ku her roj bi dehan rojnameger ji kar tên avêtin û rojnamegerên kar jî dikin bê sendîkan e û di nav şertên gelek nebaş de dixebitin û wiha pê de çû: "Azadî oksîjena rojnamegeriyê ye rojnamegeriya azad jî temînata demokrasiyê ye. Têkoşîna me ya azadiya çapemeniyê tenê ji bo pîşeyê nebû. Divê hemû kesên azadî û demokrasiya Tirkiyeyê dixwazin divê ji bo rojnamegeriyê rabin ser piyan û têkoşînê bikin."

Piştî daxuyaniyê rojnameya rojnamegerên girtî amade dikin a bi navê "Rojnameya girtî" hate belavkirin.