Rojnameger Huseyîn Aykol hate girtin
Nivîskar û rojnameger Huseyîn Aykol hate girtin. Aykol birin Girtîgeha Tîpa F a Sîncanê.
Nivîskar û rojnameger Huseyîn Aykol hate girtin. Aykol birin Girtîgeha Tîpa F a Sîncanê.
Aykol nîvro li mala xwe hatibû destgîrkirin. Piştî îfadeya wî ya li edliyeyê Aykol hate girtin û ew birin Girtîgeha Tîpa F a Sîncanê.
Aykol Hevgerînendeyê Giştî yê Weşanê rojnameya Ozgur Gundemê bû ya ku hatibû girtin. Bi hinceta ku ‘propagandaya rêxistinê kiriye’ 3 sal û 9 meh ceza li Aykol hatibû birîn.
Aykol ji salên 1970 û vir ve rojnamegeriyê dike û 63 doz lê hatine vekirin. Hin dozên Aykol li dadgehên îstînafê ne.