Rojnameger Aykol: Bedela tiştên xweş heye

Rojnameger Huseyîn Aykol ê ku hate girtin peyama; “Bedela tiştên xweş heye. Ez ne xemgîn im” şand.

Polîsan duh li Enqereyê avêtin ser mala rojnameger û nivîskar Huseyîn Aykol. Polîsan Aykol destgîrkirin û bi boneya cezayê wî yê hepsê hat êrêkirin hat girtin û ew şandin Girtîgeha Tîpa F a Sîncan a Enqere yê. Aykol îro li gel parêzerê xwe hevdît,nek pêk anî û bi rêya parêzer peyamek kurt da. Aykol got; “Tişta me kirî rojnamegerî ye. Bi teqez bedela tiştên xwe heye. Ez ne matmayî û xemgîn im. Ez ê ji niha û pêve dengê xwe ji vir ragihînim.”

Di derbarê Aykol de bi hinceta “propagandaya rêxistinê kiriye” 3 sal û 9 meh cezayê hatî diyar kirin hebû.

di derbarê Aykol de 63 doz hatine vekirine. Hinek dosyeyên ku Aykol jê ceza girtî li dadgeha îstînafê tê rawestandin.