Rojeva parlamenta Norwêcê: Faşîzma AKP'ê
Wezîrê Karên Derve yê Norwêcê: Divê Tirkiye polîtîkayên xwe ji nû ve binirxîne.
Wezîrê Karên Derve yê Norwêcê: Divê Tirkiye polîtîkayên xwe ji nû ve binirxîne.
Li Parlamenta Norwêcê, faşîzma AKP'ê hat nirxandin. Li ser mijarê pêşniyar pirsek radestî Wezareta Karên Dervre hate kirin û ji AKP'ê jî hat xwestin, girtiyan derhal berde û Rewşa Awarte rake. Wezîr Brende bang li Tirkiyeyê kir, ku polîtîkayên xwe ji nû ve binirxîne.
Faşîzma AKP'ê bû rojeva Parlamenta Norwêcê. Serokê Partiya Çep Sosyalîst a Norwêcê Aûdûn Lysbakken, ji bo helwesta hikûmeta Norwêcê li ser rewşa li Tirkiyeyê eşkere bike, bang li Wezîrê Karên Derve Borge Brende kir, ku li parlamentê baxive.
Lysbakken girtina parlamenterên HDP'yî bibîr xist û got, "Ev girtin, gaveke ber bi otorîteriyeke mezin a li Tirkiyeyê ye. Piştî hewldana darbeyê ya binketî ya meha Tîrmehê, herî kêm 36 hezar kes hatin girtin. Gelek qenalên televîzyonê û rojnameyên mûxalefetê hatin girtin." Lysbakken bang li lîderên Ewropî jî kir, ku bi rola xwe rabin.
PÊŞNIYARÊN HATIN KIRIN
Pêşniyar pirs ji aliyê Parlamenterê Partiya Çep Sosyalıst Bard Vegar Solhjell ve pêşkêşî meclîsê hate kirin û ev pêşniyar hatin kirin:
1- Divê parlamenter û hevşaredarên hatine girtin, bên berdan û wezîfeya xwe bidomînin.
2- Pêwîste Norwêc, desteka xwe ji bo saziyên civaka sivîl ên bi serê xwe ji bo mafên mirovan dixebitin, eşkere bike.
3- Ji bo vekirina saziyên medyayê yên hatine girtin, lazim e Norwêc bi rengekî lezgîn piştgiriyê bide.
4- Divê Norwêc heta wextekê çekan nefiroşe Tirkiyeyê. Ev çek li dijî welatiyan tên bikaranîn.
5- Pêwîste Rewşa Awarte bê rakirin.
6- Rojnamevan û akademîsyenên hatine girtin, bên berdan.
7- Bi navbeynkariya Norwêc û Konseya Ewropayê, komîsyonek were avakirin û binpêkirina mafên mirovan di nava raporekê de bên berhevkirin. Astengiyên li pêşiya mûxalefetê werin rakirin.
8- Divê Norwêc navbeynkariyê bike, ji bo Tirkiye û PKK ji nû ve li dora maseya muzakereyê rûnên.
WEZÎR: DIVÊ TIRKIYE POLÎTÎKAYÊN XWE JI NÛ VE BINIRXÎNE
Wezîrê Karên Derve Borge Brende bersiv da pêşniyar pirsê û bang li Tirkiyeyê kir, ku di mijara azadiya ramanê de rewşa xwe ji nû ve binirxîne. Wezîr da zanîn, ku ew bi rêya konsolosxaneyê, dozên li dijî parlamenter û rojnamevanên mûxalîf dişopînin û anî ziman, dema ku Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş hat girtin, wan bang li Serkonsolosê Tirk kirine û agahî jê xwestine.
Nûnerên partiyên din jî tevlî pêşniyar pirsê bûn: "Li ser navê Partiay Karker a Norwêcê Marît Nybakk, partiya rastgir a li hikûmetê, li ser navê Partiay Pêşverû Chrîstîan Tybrîng-Gjedde, li ser navê Serokê Partiya Gel a Xiristan Knût Arîld Hareîde, li ser navê Partiya Çep Trîne Skeî Grande."