ROJEVA 9'Ê MIJDARA 2020'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê.
Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê.
Parlamenterê HDP'ê Hişyar Ozsoy diyar kir ku bi hilbijartina Joe Bîden re têkiliyên dostaniya şexsî ya Trûmp êdî bi dawî bûne û got, "Êdî li aliyê din ê telefonê lîderek nîne ku Erdogan ji pêkanînan biparêze."
Hevseroka DBP'ê Salîha Aydenîz têkildarî Tifaqa Neteweyî ya Kurd a li Bakurê Kurdistanê got, "Armanca me ew e ku li çar parçeyên Kurdistanê kongreya neteweyî bicivîne."
Kampanya pankartan a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 1'ê Mijdarê dest pê kir, li gelek welatên Ewropayê dewam dike.
Bagera Eta ku li gelek welatên Amerîka Navîn bû sedema mirina derdora 200 kesî, roja Yekşemê gihîşt Kubayê. Tê payin ku bager di ser Atlantîkê berê xwe bide Florîdayê.
Li Gurcistanê bi deh hezaran kes roja Yekşemê daketin qadan û xwestin hilbijartin ji nû ve bê kirin.
Li gorî lêkolîneke li Başûrê Emerîkayê, beriya dîrokê jinan nêçirvanî jî dikir, lê piştre li derveyî vî karî hatine hiştin.