ROJEVA 9'Ê MIJDARÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 9'ê Mijdara 2018'an.

- Dewleta Tirk, ji bo zeytûnên Efrînê bifiroşe Spanyayê bi çeteyan û 'meclîsên xwecihî' protokol da îmzekirin. Li gorî protokolê, zeytûn di berdêla 22 milyon dolarî de radestî 'meclîsên' dûvikê Enqereyê tên kirin.

- Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ku bi biryarên xwe yên dawî re dilê Tirkiyeyê xweş dike, tê payin ku biryara xwe ya li ser hovîtiya li Cizîrê ku di dema berxwedana xwerêveberiyê de hate kirin, bide.

- Li gorî lêkolîneke hikumetê ya li Swêdê, nîjadperestî û cihêkariya li gelê xwecihî yê Swêdê Samiyan tê kirin gelekî zêde ye û yek ji sê Samiyan bûne hedefa nîjadperestiyê.

- Gelek parlamenterên Ewropayî, ji bo aştî li Yemenê pêk were bang li aliyan kirin. Neteweyên Yekbûyî jî ragihand, ji bo çareserkirina pirsgirêka birçîbûnê wê bernameyên alîkariyê berfireh bike.

- Yekemîn kovara muzîka Kurdî Ziryab dest bi weşanê kir.