ROJEVA 9'Ê KANÛNA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

- Çalakiyên xizmên windayan ên li navendên Kurdistan û Tirkiyeyê tên lidarxistin, wê werin şopandin.

- Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Ewropayê dê li paytexta Fransa Parîsê kongreya xwe li dar bixe.

- Seroka Yekîtiya Azadiyê ya Ewropayê Lorena Lopez de Lacelle, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan weke rêberekî ji bo azadiya gelê xwe têdikoşe pênase kir û banga demildest bidawîkirina tecrîda girankirî kir.

- Gerîlaya YJA Starê Zelal Cizîr a ku li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li Herêmên Parastinê yên Medyayê di pozîsyona berxwedanê de ye got, "Weke gerîlayên YJA Starê em ê serkeftinê teqez bikin."

- Xwişka mezin a yek ji girtiyên di greva birçîbûnê de Hamdûsena Ada, Reşahat Ada anî ziman ku heta ku tecrîd bê şikandin zarokên me di girtîgehê de û em ê jî li çar parçeyên Kurdistanê berxwedana xwe bidomînin.

- Emîr Karakûm diyar kir ku dozger bi hinceta “ewlehiya girtîgehê wê were binpêkirin” qeydên kamerayên îşkenceya ku li Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê lê hatiye kirin nedane wî û got: “Rayedarên darazê îşkencekaran diparêzin.”

- Parlamentera HEDEP'ê ya Şirnexê Newroz Ûysal Aslan got ku ew qebûl nakin ku kesekî ji sedî 93 astengdare û hewcedariya wî bi lênêrînê hebe bi mehan di girtîgehê de li benda raporê bêhiştin.

- Koma Orchîd bi wêneyên ku li dîwarên Rojava xêz dikin, armanc dikin ku hunera kolanê pêş bixin. Endamên komê ji bo rengdana kolanan lez dane xebatên xwe.