ROJEVA 9'Ê GULANÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 9'ê Gulana 2019'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 9'ê Gulana 2019'an.
- Çalakiyên ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.
- Rewş û bûyerên li ser rojiya mirinê ya 15 girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê wê werin şopandin.
- Greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven dest pê kir, li girtîgehan, Ewropa û çar aliyên Kurdistanê belav bû. Li Kelarê, Herêm Mehmûd 24'ê Sibatê eşkere kir ku dest bi greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger dike.
- Dr. Nemam Ghafouri diyar kir, li Kampa El Holê bi hezaran jin û zarokên Êzidî hene û got, "Ev jin bi rastî jî hatine jibîrkirin û nikarin alîkariyê werbigirin. Rewşa zarokên wan jî hîn bêhtir nebaş e."
- Girtiyên jin ên li Girtîgeha Gebzeyê yên di greva birçîbûnê de ne, bi rêya nameyekê Roja Dayikan li dayikên li ber girtîgehan li ber xwe didin pîroz kirin.
- Gerîlayên YRK'ê diyar kirin, êrîşên li dijî dayikan wê bê bersiv nemînin.
- KON-MED'ê ji bo çalakiya xeleka ji mirovan a "7000 metre, 7000 mirov" a 11'ê Gulanê ya li Dusseldorfê banga tevlîbûnê kir.
- Bi biharê re deşt û kampên li Şehbayê xemilîn. Ji ber ku li her pêşiya konên li kampanyan dar û kulîlk hatine çandin, bûye mîna bexçeyekî.
- Çelê bi xweza û dîroka xwe her kesî dike heyranê xwe.