ROJEVA 9’Ê ADARA 2024’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê.
- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Rojava û geşedanên têkildarî vê yekê wê bên şopandin.
- Çalakiyên xizmên girtiyan ên li Tirkiye û Kurdistanê wê bên şopandin.
- Endama Meclîsa Jinan a Sûriyeyê Hîbe Mihemed diyar kir ku divê jin ji hêz û kêrhatina xwe bawer bikin û got: “Jinên ku di dema DAÎŞ’ê de hatin kolekirin û êşkence lê hatin kirin, îro ji civakê re pêşengiyê dikin.”
- Xebatên DEM Partiyê yên ji bo Hilbijartinên Xwecihî yên 31’ê Adarê wê bên şopandin.
- Ji namzetên Hevşaredariya Sêrtê ya DEM Partiyê Safiye Alagaş diyar kir ku 8 sal in ev bajar di bin dagirkeriya qeyûm de, 50 sal paş de hatiye birin û got ku ew ê ji bo xizmeteke baş bixebitin.
- Mihemed Şêxo ku di 14 albumên xwe de qala rastiya dîrokî û civakî û êşên gelê Kurd dike, bi çand û hunerê tê jiyankirin.
- Endama Komîteya Têkîliyên Derve û Dîplomasiyê ya Kongra Star Rûken Ehmed diyar kir ku heta şoreşa jinê ya li Rojava negihînin jinên li Rojhilata Navîn û Efrîqayê, nikarin bikin cîhanî.