ROJEVA 8'Ê NÎSANÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 8'ê Nîsana 2019'an...

- Çalakiyên ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Li Belçîkayê di sê salên dawî de pênc biryarên erênî li ser PKK'ê hatin dayin. Îtiraz li hemûyan hate kirin. Li dijî 'lîsteya terorê' serî li Dîwana Edaletê ya li Luksemburgê hate dayin. Lîste ji aliyê hiqûqî ve têk çû. Wê encamên hiqûqî û siyasî yê biryaran çi be?

- Pêşnûmeya namzetê Partiya Çep Mazlûm Koç a li ser grevên birçîbûnê li kongreyê hate qebûlkirin. Die Linke di danezana encamê de ragihand, daxwazên berxwedêran daxwazên wan e.

- Parlamentera Partiya Çep a Elman Zaklin Nastic diyar kir, rewşa girtiyên siyasî yên li Tirkiyeyê cihê fikaran e û got, "Bêdengiya civaka navneteweyî û hikumeta federal cihê şermê ye."