ROJEVA 8'Ê MIJDARA 2019'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 8'ê Mijdara 2019'an.

Bûyerên der barê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê bên şopandin.

Çalakiyên li dijî dagirkeriya dewleta Tirk tên kirin wê werin şopandin.

Emîra Xidir ku dayika du şehîdan e diyar kir ku ew bi zarokên xwe serbilind e û got, "Em Kurd in. Bila Erdogan nebêje ku wî Kurd qedandiye. Nikare me biqedîne û tiştên kiriye jî wê jê re nemîne."

Ji ber êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi sed hezaran mirov neçar man malên xwe biterikînin. Tenê ji bo wîlayetên Hesekê û Reqayê 159 hezar 721 kesî koç kirin. Karê jimartinê hîn jî didome.

Mamosteyên Dirbesiyê gotin, ji ber êrîşên dagirkeriyê yên li dijî Rojava xwendekarên wan mexdûr bûne û destnîşan kirin ku dagirkerî li pêşiya perwerdeyê asteng e.

Serokê Şaxê Hesekê yê Partiya Yekîtiya Suryan Gabrîel Şamo ragihand, ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker gelek Suryan û Ermen ên li Serêkaniyê neçar man koç bikin û got ku qirkirina 1915'an hatiye dubarekirin.

DYE'yê ku biryar wergirt beşek ji leşkerên xwe li Sûriyeyê bihêle, ragihand ku DYE çavkaniyên petrolê yên li Sûriyeyê bi kar nîne.